Serok dewletê Emerîkayê Barack Obama bi daxuyaniyên xwe yên dawiyê tekez kir ku pêwendiyên di navbera Emerîka û Rusyayê sar bûne û pêdivî heye ku pêwendiyên wan bo demekê rawestin. Obama ji bo Olîmpiyatên Soçî yên ku li Rusyayê dihêne pêkanîn jî got: ‘Em dikarin bi yarîzanên xwe yên homoseksuel jî ji Rusyayê  zêdetir xelatan werbigrin.’

Wezîrên her du welatan yên karên derve û bergiriyê çend roj beriya niha civînek hevpar pêk anîbûn. Dihate hêvî kirin ku qeyrana di navbera her du aliyan yên ji ber polîtîkayên dema dawî yê û mijara mafê penaberiya Edward Snowdenê sîxorê berê yê CIA’yê, ber bi başiyê ve biçe. Lê belê wesa nebû. Serok dewletê Emerîkayê Barack Obama daxuyand ku ewan pêwendiyên xwe yên di gel Rusyayê dane rawestandin.

Obama diyar kir ku ew dê beşdariya olîmpiyatên Suçî yên li Rusyayê jî bikin. Obama di olîmpiyatan de qedexeya danîne ser yarîzanên homoseksuel jî rexne kir û got ku Emerîka di olîmpiyatan de bi yarîzan^n  xwe yên gay  û lezbiyen, dikare ji Rusan zêdetir xelatan  werbigre.

Obama destnîşan kir ku pêwendiyên wan di dema serokê berê yê Rusyayê Dîmîtrî Medvedev de baştir bû û xebatên hevpar yên der barê Îran û Efganîstanê jîweke mînak nişanda. Obama got: ‘Piştî ku Putîn hate desthiladariyê me zêdetir gotinên antî-emerîkayî bihîstin. Eve gotinên serdema şerê sarin. Ji ber vê ji bo em helwesta Rusyayê baştir fam bikin û berjewendiyên her du aliyan baştir binirxînin baştire ku em ji bo demekê pêwendiyên xwe rawestînin.’
Obama hevdîtina xwe ya li gel Putîn jî betal kiribû. Obama da zanîn ku ev biryar ne ji ber Snowdenî ye û got ku ji ber hind mijarane ku Rusyayê ji bo pêkanîna wan gav neavêtin.

ji RewanBêj