Qanûnên nû yên mîrasê

 27.08.2015
Vê havînê qanûnin nû ji aliyê Yekîtiya Ewrûpî ve tên bicîkirin, ku tê wateya ku ew welatê ku şexs lê miriye, wê demê qanûnên mîrasê yên wî welatî gerek werin bicîkirin. Şexsê mirî welatiyê ku be jî, ferq nake. Ulf Bergquist avûkat e û pisporê qanûnên navnetewî yên mîrasê ye.
- ” Heger girêdana şexsekî bi du welatan re hebe, mesele heger welatiyekî Elmanyayê li Swêdê dijî, wê demê qanûnên bi navê IP hene, ku dibêjin yan divê mirov qanûnên mîrasê yên Swêdê, yan qanûnên Elmanyayê bi cî bîne. Kêşeya ku îro heye ew e, ku ev qanûn ji welat ta welatekî din ferq dikin, û wê demê tirs ew e, ku ev qanûn li ser eynî xalan tiştên cuda bibêjin, û wê çaxê tevlihevî çê dibe. Ji ber vê sedemê ev qanûna nû ya Yekîtiya Ewrûpî dê were pêkanîn.
Ji 17ê meha 8an ve, êdî qanûnên mîrasê yên swêdî ji bo welatiyên swêdî yên li welatekî din yê Yekîtiya Ewrûpî dijîn, nema dikarin werin bikaranîn. Komîsyona Yekîtiya Ewrûpî biryar daye ku qanûnên mîrasê yên wî welatê ku şexs lê miriye, dê werin bicîkirin. Ji bo welatiyên swêdî ku li welatekî din yê yekîtiyê miribin, ev yek dikare were wateya ku gerek xizmên miriyî bacên mîrasê bidin, yan jî mafên xizman yên mîrasê werin guhertin.
Avûkat Catarina Ceder pêşniyaz dike ku gerek mirov baş li ser qanûnên welatê mirov lê dimîne bixwîne ji bo ku kêşeyên hiqûqî ji malbatê re dernekevin.
- ”Gerek mirov bizanibe bê ka çi qanûn di haleta mirinê de dê werin bicîkirin. Ji bo her kesî qanûnên cuda baş in. Ferqeke mezin di nav qanûnên welatên Yekîtiya Ewrûpî de heye, bo nimûne mafê mîrasê yê zarokan, para her kesî ji mîrasê, mafê hevser yê mîrasê, herweha mafê hevjînan û mafê cotên hevcins. Di vê xala dawiyê de, ez bawer im tenê Swêdê parastineke hiqûqî di mafê mîrasê de çê kiriye. Pirseke din ku pir girîng e, bacê mîrasê ye. Bac li ser mîrasan li Swêdê tune ye, lê li gelek welatên din yên Yekîtiya Ewrûpî heye. ”

Di heman demê de ev qanûnên nû dê tenê prînsîpên bingehîn bin, û dê gelek îstîsna werin kirin, ku divê mirov herdem bi wan bifikire. Bo nimûne, heger mirov di wesiyetnameya xwe de binivîsîne ku gerek qanûnên mîrasê yên Swêdê di haleteke mirinê ji derveyî Swêdê werin bicîkirin, wê demê dê her tişt li gorî wesiyetnameyê bibe. Ji bilî wilo, hin welat hene, bo nimûne Îngilistan û Îrlanda, ku dê vê lihevkirinê bi cî neyinin.

Avûkat Ulf Bergquist bi nerîna Catarina Ceder re ye, ku gerek mirov baş li qanûnên mîrasê yên welatê mirov lê dijî, binere. Ew herweha dibêje ku tevî ku ne şert e, lê baş e ku mirov wesiyetnameyeke nû li welatê nû binivîsîne:
- ”Ji aliyê hiqûqî ve mirov ne mecbûr e vê yekê bike, lê dîsan jî ez pêşniyaz dikim ku mirov bike. Heger tu bar bikî Spanyayê û vîlayekê li wir bikirî, herî cem avûkatek spanî û wesiyetnameyekê li ser wê vîlayê binivîsînî, gelekî baş e. Ji ber ku heger tu wefat bikî, û ev pirs bikeve destê dadgerekî spanî ku gelekî li ser hiqûqên navnetewî nizane, dê hindekî dilbitirs bibe, û avûkat yan dadgerên dilbitirs tiştekî nakin. Mebesta min, nivîsandina wesiyetnameyeke nû pir praktîk e.

Ev qanûnên nû herweha tên wateya ku welatên endam yên Yekîtiya Ewrûpî mecbûr dibin ku biryarên dadgehî yên hevûdu qebûl bikin. Berê çend caran wisa bûye, ku dadgeheke swêdî biryar daye ku mafê welatiyekî swêdî heye ku beşek ji pereyên kesekî li welatekî din yê yekîtiyê miribe, heye, lê ev biryar li dadgehên welatê din ne hatiye pejirandin. Ev xal niha tê guhertin û ev yek li gor Ulf Bergquist tiştekî gelekî baş e:
- ”Niha ev kêşe di nava Yekîtiya Ewrûpî tê çarekirin, ji ber ku êdî emê biryarên ji welatên din bipejirînin. Biryara dadgeheke swêdî dê bikaribe heta başûrê Spanyayê jî were bicîkirin. ”

ji Radyoya Swêdê

RFSL daxwaza kampên taybet bi penaxwazên HBTQ dike

03.08.2015

Penaxwazên homo-, bî- û transsêksuêl li kampên penaxwazan tûşî cudatîkirinê dibin. Ji ber wilo, gerek kampin taybet ji bo wan werin tayînkirin.

Pär Wiktorsson, berpirsê çalakiyan li Yekîtiya Parastina Mafên kesên HBTQ (homosêksuêl, bîseksuêl, transsêksuêl û kvêêr), vê yekê ji kanala Radyoya Swêdê P3 re dibêje:

- ”Ya rastiyê, dema ku mirov penaxwaz be û di ser wê re kesek HBTQ be jî, azar dibe duqat. Ez nikarim tu hejmaran bibêjim, lê bi rastî her roj penaxwazên HBTQ tên cem me û ji me re dibêjin ku ew nikarin kampekî ewle bibînin.”
Daîreya Koçê, Migrationsverket jî hayê wan ji vê kêşeyê heye. Ew dibêjin ku herdem personelên xwe perwerde dikin ji bo ku baş bizanibin miameleyê bi penaxwazên HBTQ re bikin. Lê ew dibêjin ji ber ku kamp ne milkên wan in, ew nikarin hin kampên taybet bi penaxwazên HBTQ tayîn bikin.

jî Radyoya Swêdê