Kurkçu: Di 2013’an de Kurd, Elewî û LGBT’iyan qezenc kir

ENQERE - ALİ BARIŞ KURT
28.01.2013
 
Hevserokê giştî yê HDP’ê Kurkçu diyar kir ku sala 2013’an ji bo hêzên demokrasî û kurdan bi hêvî bû û mînakên girîng jê tên derxistin Kurkçû: “Di 2013’an de ligel evqas tiştên neyînî hêviya qezeckirina azadî û demokrasiyê hat afirandin. Di 2013’an de LGBT û Elewiyan qezenc kir.  Di nava têkoşîna azadiya kurd de ya herî balkêş nokteya polîtîk bû.

Kurkçu ji ANF’ê re axivî û da zanîn ku encama herî girîn ya sala 2013’an eve ku  êrîşên ku AKP’ê piştî hilbijartina 2011’an da destpêkirin vala hat derxistin. Qezenca herî mezin eve û got: “Gelê kurd zincira ku li lingê wan hatibû xistin parçe kirin.  Bi hamleya Birêz Ocalan avabûneke nû hat avafirandin.  Di alî azadî, demokrasî û aştiyê de geşedanên girîng çêbûn.

BI HDP’Ê RE TÊKOŞÎNEK NÛ DESTPÊ KIR
Kurkçû diyar kir ku avakirina HDP’ê yek ji geşedanên herî girîng ya 2013’an bû û got: “Ev ne tenê avakirin partiyekê bû.  Vê hevkariya stratejîk ya di navberên rizgariya civakî û demokratîk a Tirkiyeyê û tevgera kurd de îfade dikir. Li aliyê din jî  di alî avakirina koalîsyona bindestan de gelek girîng bû.
Têkoşîna li girtîgehan hat meşandin jî  piştgiryeke mezin da têkoşîna demokrastiya 2013’an û bi vê gelek pêkanînên zextwar hatin paşvexistin, lê li hinek cihên din jî rewş xerabtir bû.

DEKLERASYONA NEWROZÊ, GEZÎ: HÊVÎ
Kurkçû wiha got: “Îsal bi destê AKP’ê bi taybet li ser jinan zext zêde bûn. Lê li dijî êrîşên AKP’ê bi taybet piştî Deklerasyona Newrozê pêvajoyek nû derket holê, potansiyela muxalefeta mezin ya ku berxwedana Geziyê afirand nokteyeke girîng bû; bû nîşaneya guherandina îstîkameya pêvajoya Tirkiyeyê.

DI HÊZA SENDÎKAL DE HÊZ HAT WENDA KIRIN
Kurkçû da zanîn ku di rêxistina sendîkal a klasîk de di alî dînamîkan de hêzeke nû nehatiye qezenckirin û ez wisa difikirim hêz hatiye wenda kirin. Di sendîkavaniya rêxistinkirî de rewşa krîzê didome, di vî alî de rêxistina sendîkvaniyê paşve diçe.

Kurkçû diyar kir ku têkoşîna kedê ji derveyê qada sendîkal ve jî tê dayîn û  got: “Di alî têkoşîna kedkarên ku di sendîkayan de xwe bi rêxistin nekirine de, sala 2013’an kêm be jî qezenc bidestxistine.

DEMOKRATÊN LÎBERAL QEZENC HEBA KIR
Kurkçû di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ji ber sekna parçekirî ya hêzên demokrasiyê, di vê qadê de demokratên radîkal cihên xwe parastin û kêm be jî pêşketin. Lê demokratên lîberal, di referanduma 2012’an de  û piştî vê ji ber ku girayê AKP’ê bûn kefareta wê dan. Piştî evqas razemeniya manewî biçûk hat xistin û  destpêkê ji AKP û piştre jî ji Cematê riya xwe dan alî.

Kurkçu da zanîn ku 2013’an de  LGBT’iyan  têkoşînek mezin dane û her çiqas serkeftinên sazîbûnê bidestnexistin bin jî tevgera LGBT ne tenê li Tirkiyê,  li Kurdistanê jî  rewabûna xwe daye xuyakirin. Kurkçu diyar kir ku LGBT bi HDP’ê re  di qada polîtîk de hatiye dîtin. Kurkçu bi lêv kir ku tevgera Elewiyan jî her diçe polîtîk dibe û derbasî radîkalîzasyonê dibe.

TEVGERA KURD NOKTEYA POLÎTÎK YA KU HERÎ ZÊDE BALKIŞAND BÛ
Kurkçû der barê qezencên Kurdistanê de jî wiha got: “Tevgera Azadiya Kurdistanê ne tenê li Tirkieyê li her çar paçeyên Kurdistanê qezencên mezin bidestxistin û li Rojava ligel zextên qada navnetewî  li dijî darbekaran bi serkeftinên xwe bû hêza ronahî ya polîtîkayê.  Hêza xwe hem di alî konfederalîzma demokratîk û hemjî di xweseriya demokratîk de bikaranîn û di 2013’an de di nokteya polîtîk de bal kişand.

ji ANF

Sûcên nefretê nayên cezakirin

08.01.2013

Tewanên nefretê ew cûre sûce ku mirovek li mirovekî din ji ber rengê çerm, etnîsîte, baweriya olî û aîdetiya cinsiyetî bi gotinan heqaretê dike. Piraniya wan giliyên hatine kirin li ser gotinên nijatperestî ne, ku ji kesên biyanî re hatine kirin.
Ji wan 500 giliyên me behsa wan kir tenê ji sedî didoyên vana bi dozvekirinek ji aliyê dozger ve bi encam bûne.
Lê weke me got, her çendî gilîyên di vî derbarî de zêde dibin jî dîsa kes nayê mehkûmkirin û ceza kirin.
Yek ji sedemên ku mirov nikarin werin darezandin û mehkûmkirin zehmetiya girêdana bersûc ya bi sûc e, dibêje Fredrik Aspling, lêkolîner li Daîreya pêşîlêgirtina tewanan, BRÅ û dibêje:
– Di bêtirî nîvê wan giliyên ku daîreya me teşxîskiriye de kesê bi sûc rabûye mirovekî nenas e, û ji ber vê nikarî wî mirovî bi tewanê ve girê bidî. Di mesela nivîsandina sloganên nijatperestî de yan jî zerardana mulk de gelekî zehmet e mirov kiryar bibîne. Û ji hêla din ve heqaretkirin bi serê xwe ji bo vekirina dozê têr nake, dibêje Fredrik Aspling.
Di mesela tewankariya nefretê de îspatkirina sûc gelekî zehmet e, ji ber ku gotin dikarin werin înkarkirin û heger komek bi hev re li yekî tada bikin zehmet e îspat jî bikî kî wan gotinên nijatperestî kirine.
Yek ji grûpên gel yên li Malmöyê ku gelek caran bûye hedefa sûcên nefretê û her weha gelek giliyan kiriye civata cûhiyan ya li bajarê Malmöyê ye.
Thomas Bull, li daîreya polês ya Malmöyê serkarê lêpirsîna tewanên nefretê  ye û ew mînakek dide ka îspatkirin dikare çiqas zehmet be:
Li kêleka gotinên bi heqaret her weha gelek kes tên lêdan jî. Lê ji bo ev weke tewaneke nefretê bê navkirin gereke tu îspat bikî ku motîfek bersûc hebûye – yanî bersûc li wî kesî daye yan jî lê heqaretê kiriy bi sedema ku ew kes biyanî bûye, homoseksuel bûye yan jî bawermendê olekî bûye. Îspatkirina motîfê ji bo vekirina dozê gelekî girîng e, û heger nikaribî îspat bikî wê demê lêpirsîn nikare were berdewamkirin, dibêje Thomas Bull.
Tewankariya nefretê, yan jî sûcê nefretê bi serê xwe tenê navkirina sûcekê nîn e, ev qaîdeyeke tundkirina cezayê ye. Yanî heger mirov li yekî daye dikarî cezayek bigirî lê heger bê îspatkirin te ji ber helwesteke nijatperestî lê daye wê demê ceza dikare were girankirin, dibêje Fredrik Aspling li Daîreya pêşîlêgirtina tewanan, BRÅ.

Ji Radyoya Swêdê