Helwestên neyênî yên şagirtan lêkolîn bû

 3.11.2010

Levande Historia (”Axaftingeha Dîroka Zindî”) nêrînên şagirtên xwendigenha amadeyiyê lêkolîn kiriye. Ji pêncan yek xwedî nêrînên neyênî ne li romanan, misilmanan, cihûyan, biyaniyan û homoseksuelan. Eskil Franck rêvebir e li Forum för Levande Historia. Ew lêkolînek nû çêbûyî bi yek ku di sala 2003an de çêbibû re dide ber hev, dibêje baş e ku li gorî wê demê îro bêtehamûlî zêdetir nebûye.

Lê li aliyekî din xerab e ku ji pêncan yek, ango grûbek mezin ji xwendekarên xwendingeha amadeyiyê, xwediyê helwestek neyênî yan jî pir neyênî ne ji bo hinek grûpên berxeter di civakê de.
Forum för levande historia daireyek e ku dixebite ji bo zanyariyên li ser tevkujiyên mezin yên dawiya sedsala 1900an bi rewşa îroyîn re bike yek. Armanca vê xebatê xurtkirina demokrasiyê ye. Rêvebir Eskil Franck armanca vê lêkolînê diyar dike:
- Bûyerên ku wê demê rê li wan tevkujiyan vekir, dikarin bi têgeha bêtehamûlî’yê şîrove bibin. Îcar em li rewşa îroyîn dinerin bê diyarde yan jî tovên mîna wan diyardeyan hene di nava gêncan de? Ji bo em bikarin rê bigirin li çêbûn û zêdetirbûna wan diyardeyan û ji bo nehiştina wan bixebitin. Bêgûman li welatê me em dûrî tevkujiyekê ne lê nabe mirov xwe qure bike bêje ew qet nabe. Ji ber ku eger em bihêlin ku bêtehamûlî zêde bibe, em ê nizanibin dawiya wê çi ye.

Di vê lêkolîna ku ji aliyê buroya îstatîstîkê ya giştî SCB ve hatiye kirin de, 4 700 xwendekar ji 150 xwendingehên amadeyiyê beşdar bûne. Di anketekê de xwendekaran bersiv daye pirsên li ser grûbên ku di civakê de pir rastî pêşhukm û cûdakariyê tên.
Bi giştî yên bi helwestên erênî zêdetir in ji yên bi helwestên neyênî lê bi giştî wiha ye jî ku nêviyê bersivdêran xwediyê helwestên nakok in. Yek ji du encamên herî xuya ew e ku ji xwendekaran tenê ji çaran yek xwediyê helwestên erênî ne ji bo grûba romanî. Û ya din jî, zêdeyî nêvî yên xwendekaran xwediyê helwestên erênî ne ji bo kesên homoseksuel. Li gorî lêkolîna sala 2003an ev hejmar zêde bûye.
  
- Em bawer dikin girêdana vê bi xwendinê heye û bi wê ku kesên homoseksuel îro hîn xuyayîtir bûne di civakê de. Lê romanî zêde xuya nakin û pir zêdetir berxeterê pêşhukman in. Dibêjin "Romanek wiha ye" û ev jî dike ku mirovên roman bi pir pêşhukman rûbirû bibin û ev rewş mîna caran hîn jî dom dike, Eskil Franck dibêje.   
Ku em bala xwe bidin dê ji xwendekarên beşdarî lêkolînê bûne kîjan xwediyê helwestên neyênî ne, em dê bibînin ku piraniya wan kur in û diçin xwendinên pîşeyî û dêûbavên wan kêm-xwenda ne. Mirov dikare bibîne jî ku rola hevaltiyê pir mezin e, yanî şagirtên ku diyar kirine hevalên wan ji grûbên berxeter hene, bi giştî erênîtir dinerin li wan grûban.
Eskil Franck yê Forum för levande historia dibêje ji bo zêdekirina tehamûlê li cem xwendekarên xwendingeha amadeyiyê, bêhtir perwerde û kêmtir segregasyon divê.
- Tenê perwerde pêşhukm û nêrînên nêyînî tune dike. Mirov wiha fêr dibe çi bi rastî rast e û ne tenê hema texmîn e. Wekî din jî danûstendina bi hev re girîng e. Divê em li sê qadên herî girîng yên civakê bêhtir hev bibînin. Ew jî dibistan, jiyana karî û herêmên mirov li wan dijî ye. Eger me bikariya mirov bigihandana cem hev li van qadan, me ê pêşketinên baş bikira, Eskil Franck dibêje.  
Û di perwerdeyiyê de jî rola mamosteyan girîng e. Di vê dema ku Forum för levande historia lêkolîna xwe pêşkêş dike de Skolforum jî mamosteyan dawetî workshop’ê dike ji bo li ser bêtehamûlî, pêşhukm û norman bipeyivin.  Michael Haglöf, mamosteyê dibistana seretayî yê dersên swêdî û îngilîzî ye ji Älvboda Friskola ya bajarokê Skutskär’ê, yek ji mamosteyên beşdar e.
- Keşfkirina pêşhukman ne pir hêsan e ji ber ku kesên bi paşxanên biyanî zêde nîn in li Skutskär’ê, îcar nîqaşên wiha pir kêm dibin. Lê dema mirov xeyala xwe didiyê, mirov dibîne li Skutskär’ka biçûk zêdetir pêşhukm hene li gorî bajarê Gävle’yê, Michael Haglöf dibêje.
Li workshop’ê ji RFSL Ungdom û ji rêxistinên gêncan yên Swêdê jî nûner hebûn ji bo ku mamosteyan fêr bikin çawa li dij pêşhukm û nêrînên cûdakar xebatê bikin.
Mamoste Michael Haglöf ji berê de digel şagirtên xwe bi van pirsan mijûl e û ew dibêje pêşwazîkirina nêrînên xwendekaran carna ne hêsan e, Michael Haglöf dibêje.
- Tiştê zor ew e ku mirov zarokan ji ber nêrînên wan mehkum neke. Divê mirov nebêje "şaş e mirov wiha bifikire", lê hizira mirov fireh be. Ê bêgûman dê pêşhukmên mirovan hebin ji ber ku ew tiştekî din nizanin. Ya baş şêwe-xebatek vekirî û demokratî ye ji bo ku herkes dîtina xwe bêje. Yanî nêrînên neronak jî divê karibin eşkere bibin, mamoste Michael Haglöf dibêje.