DAIŞ 2 ciwanê hevzayend ricim kir

27.11.2014

Li herema Deyr Ez Zor DAIŞ 2 ciwanên Surî bi ricmê qetilkir. Li gorî agahîyên çalakgerên mafê mirovan ciwanek jê 18 yê di jî 20 salî bu u bi hinceta kû hevzayandin hatine qetilkirin. Hate ragihandin kû DAIŞ di derbarê kuştina mirovekî de vidyo yek weke hinceta hevzayendî nişsan daye, lê ji bo ciwanê di tu hincet nîşsan neda ye.

Çalakgerên mafê mirovan anîn ziman kû her dû ciwan li hemberî DAIŞ bun.

Li gorî raporên sazîyên mafê mirovan di mehekê de 600 Iraqî ji hêla DAIŞ ve hatine qetil kirin.


ji Xendan

Li eyaleteke din a DYA zewaca hevzayendan hat erêkirin

21.11.2014

Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) polîtîkayên ji bo astengkiina zewaca hevzayendan, yek bi yek li astengiya dadgeriyê dialiqin. Li dû eyaleta Kansasê, li eyaleta Karolîna ya Başûr jî, qedexeya li ser zewaca hevzayendan hat betalkirin.
Di doza li Dadgeha Bilind a Amerîka, ku navgîna herî bilind a temyîzê ya li welêt e, duh daxwaza li ser betalkirina biryara li dijî zewaca hevzayendan a rêveberiya eyaleta Karolîna Başûr hat nirxandin. Dadgehê, daxwaza eyaleta Karolîna Başûr red kir û bi vî rengî, biryara zewaca hevzayendan bi dengê 7 dadgerên ji 9 dadgeran, hat erêkirin.
Karolîna Başûr, di nava 50 eyaletên DYA de bû eyaleta 34. a destûra zewaca hevzayendan da. Herî dawî di dozeke bi heman rengî ya li eyaleta Kansasê de, biryara li ser qedexekirina zewaca hevzayendan, hatibû betalkirin.
Di dozeke 6'ê Mijdarê de jî, qedexeyên li ser zewaca hevzayendan ên li eyaletên Michigan, Ohio, Tennesse û Kentucky, ji aliyê Dadgeha Temyîzê ve hatibû erêkirin. Li gel van eyaletan bi giştî li 16 eyaletên Amerîkayê qedexeya zewaca hevzayendan dewam dike. Wê di rojên pêş de li Dadgeha Bilind a Amerîkayê doza der heqê eyaleta Montana de bê dîtin.
Tê payîn ku dadgeh, mîna Karolîna Başûr biryarek li ser rakirina qedexeya zewaca hevzayendan a li eyaleta Montana, bide.

ji ANF

Îstîsmara zayendî travmaya herî giran e!

Xemsarî û îstîsmara zarokan; hemû tiştên ji aliyê dê-bav an jî nêrînvan ve arastekirina zarokan, tiştên bêsemt û bi xisar yên ku ji aliyê rêzikên civatê yan jî ji aliyê profesyonelên berpirsiyar ve tên bi navkirin, tevger û çalakiyên ku li ber pêşketina zarokan dibin asteng in. Di encama van tevger û çalakiyan de zarok, di warê fîzîkî, ruh û zayendî de an jî di warê civakî de zirarê dibîne û di tendirustî û ewlekariyê de jî dikeve metirsiyê.

Îstîsmar, bi navê ya fîzîkî, ya zayendî û ya hestewarî dibe sê cûreyan. Ji van yên herî zêde tên dîtin îstîsmara fîzîkî û hestewarî ye. Bi taybetî tesbîtkirina îstîsmara hestewarî zehmettir e. Me jî vê heftê di nav îstîsmarên zarokan de ya ku di civatê herî zêde tê dîtin, lê ji ber gelek sedemên civakî-aboriyê dernakevin holê, îstîsmara zayendî hilda rojeva xwe.

Li gor rapora Baroya Diyarbekirê, ya ku xebatên xwe yên Diyarbekirê de weşand, di navbera salên 2010 û 2014an de, jimara zarokên ku bûne mexdûrê îstîsmara zayendî weha tê rêz kirin;

‘Li sûcên ku dijî destlênedana zayendî hatine kirin de’ 254 zarok, hejmara zarokên ku rastî ‘êrişên zayendî’ hatine 46, ‘Ji sûcên tacîzên zayendî û yên din de’ 23 zarok, hejmara zarkên ku ji aliyê xizmên xwe ve bûne mexdûrê îstîsmara zayendî jî 5 kes hatine tesbît kirin.

Me jî bi çarçoveya 20ê Mijdarê Roja Mafê Zarokan de mijara îstîsmara zayendî ji Psîkolog Yunus Emre Ayna, Parêzer Canan Atabay û Melayê Mizgefta Mezin ya Diyarbekirê Saît Yaz pirsî.

Îstîsmara zarokan wek rêşaşî û nexwaşî tê bi nav kirin

Psîkolog Yûnûs Emre Ayna:

‘‘Em dikarin îstîsmarê, fîzîkî, psîkoljîk, zayendî û wek îstîsmara hestewarî rêz bikin. Wek mînak, xebitandina zarokekî jî cûreyek îstîsmarê ye, an jî lêdana zarokêkî îstîsmara fîzîki ye. Îstîsmar kirin, tê wateya li gorî daxwazên xwe karanîna zarokan. Îstîsmara zayendî çi ye; kesê ku îstîsmarê dike, daxwazên xwe yên zayendî zevtnake û ji kesên temen piçûk fede digre. Ji vîya re jî di nav xerabûna zayendê de bi navê tibbî dibêjin pedofîlî. Tê wateya hezkiriyên zarokan û bi rastî jî nexwaşiyek e, rêşaşi ye.

Îstîsmara zarokan di nav xerabûna zayendê de wek rêşaşiyê tê bi navkirin, bi temamî nexwaşiyek e. Û em dizanin ku hin însan di jiyana xwe ya hundurîn de, daxwazên xwe nikarin zevt bikin, bi taybetî hin daxwzên xwe yên zayendî nikarin bikin bin kontrola xwe û dikevin nav tevgerên wisa. Helbet kategorîze kirina vê an jî navkirina pîşeyekî ne rast e. Em dikarin bibêjin ku bi gelemperî, taybetî jî di ensestên navmalî de, hejmar hîn zêdetir e. Xebatên ku hatine kirin jî vê yekê piştrast dikin. . Lê mixabin îstîsmara zayendî ya zarokan her roj zêdetir dibe.

Terapiya lîstokan di îstîsmara zayendî ya zarokan de rêbaza herî baş e

Ya rast di îstîsmara zayendî ya zarokan de, xbata bi zarokan re ne hêsan e. Bi tevgerên zaron ve derxistina holê, ji bo ku di zarok de carek din heman travma çênebe, parvekirina bi wî/wê re pir girîng e. Ji bo vê jî rêbaza herî baş terapiya lîstokan e. Dİ nêvengeke lîstokê ya ku bi zarok re bikevin ragihandinê de, hûn dikarin tevgerên zarokan bişopînin û baştir tahlîl bikin. Xêzkirina wêneyan jî wisa ye. Yanî di pêvajoya terapiya lîstokan de wateya pêlîstokan heye, li gorî wan wateyan jî zimanê bedenê yê bi kar tîne her tiştî baş derdixe holê. Ji bilî vê di mezinan de jî, di bingeha hîn pirsgirêkên psîkolojîk de îstîsmara zayendî heye. Îro dikare di bin obsesyonekî de jî destavêtin an jî îstîsmara zayendî hebe, heta di bin zehmetiya hînbûnê de jî, bi jiyîna travmatîk re eleqeder dikare îstîsmara zayendî derkeve. Ji ber vê jî ev babet, di zarokan de cûda, mezinan de cûda dixebite.

Ji travmayan ya herî giran îstîsmara zayendî ye

Bi taybetî veşartina îstîsmarê li ser zarok zordestiyê zêdetir dike. Ev di zarok de dibe sedemê ku bifikire, ev tiştekî ne xerab e û dibe ku tê serê hemû kesan, ku ev jî di  zaron de di pêşerojê de wê yekitiya têgihîştinê xira bike. Di bûyerên ku ez rasthatimê de, bi taybetî di hevdîtinên ku min bi mezinan re kirine de, dema hin tengasî derdikevin holê, îstîsmarên zayendî yên paşerojê, bi taybetî bi ensestê ve girêdayê xwe ji derve re girtin û tirsek dibe serdest. Bingeha van tirsan çi ye; bi gelenperî weha tê fikirîn; ev dibe ku bibe sedemê doza xwînê, însan bên kuştin, mêrên malê herin mêrên din bikûjin, dê mal bê mêr bimîne. Ji ber van tirsan zêdetir ji aliyê dayikan ve tê veşartin. An jî bawernekirin dibe sedem. Helbet ev ne bawerî jî di zarok de dibe sedemê travmayek din. Piştî temenekî, xasima di temenê 5-6an de jiyana îstîsmarekî, an jî ensestê, di salên pêş de li ser daxwaza wî ya zayendî, li ser eleqeya wî ya li ser cînsê dijber bandorê dike. Di vî warî de em dikarin bibêjin ku, di nav travmayên ku tên jiyin de ya herî giran îstîsmara zayendî ye.

Di pêkhatina îstîsmara zayendî de, divê malbat di ragihandina bi zaroken de baldar bin. Bi taybetî di çar û pênc saliyê de di zarokan de meraqa zayendî çêdibe, zayenda xwe nasdike. Paşê lebatên xwe yên zayendî nasdike, dest didê, bila ev nebin sedemê metirsiyê. Lê çi wext zarok ji mezinekî ku pir tê malê û diçe bireve, an jî ji aliyê yekî biyanî ve bibe mexdûrê îstîsmara zayendî, zarok xwe digre û naxwaze derkeve derve, zêdetir dê bixwaze xwe bi xwe bimîne, di tevgerên bi hêrs nîşan bide wê demê divê mirov bikeve şikê.

Bi vê divê dê-bav bi zarok re bikevin têkilyê. Lê li vir jî rêbaz pir girîng e. Bi rêbazeke hêsan, dkarin pirsên wek; ‘Tu çima ewqas bi hêrs î, tiştê ku tu ewqas xemgin kirî çi ye?’ bên pirsîn. An jî li hemberî biyaniyan pir sar be, dema wan dibîne ji wan bitirse, ji vê bikevin şikê û bi wî/wê re bikevin ragihandinê. ‘Tiştekî ku te ditirsîne heye?’ Li vir tişta girîng ew e ku, ne kesan, tiştan bipirsin. Ango ne ‘kî te tirsan’, ‘tiştekî te ditirsîne heye?’ Heke dê û bav nikarin bikevin ragihandinê, wê demê divê serî li pisporekî bidin.


Îstîsmara zayendî dibe ku di zarokan de bibe sedema hevzayendiyê. Di xerabûna erka zayendî de herî zêde di jinan de nexwaşiya vajînîsmûs e, bûyîna sariya zayendî jî pir zêde ye. Ji bilî vê bê bawriya mêran, nebûna evîndariyê jî derdikevin holê. Pêkhatina hevzayendiyê jî pir zêde ye.

Dest avêtina zarokan wek cînayetê ye

Melayê Mizgefta Mezin ya Diyarbekirê Saît Yaz: 

Niha em gere berîya her tiştî veya bizanibin. Îslam û Quran dînê heyatê ye. Mudaxeleya jîyana beşer dike. Dema meseleyeke ne helkirî hebe, Quran meselên beşer re wek derman e, reçeteyeke îlahî ye, Xweda şandîye. Em bi Quranê dizanin ku Xweda ji me re dibêje min we çêkirîye, ez zahirê we batinê we bêhtir dizanim. Ji bo wê ji me re Quran şandîye, pêxember şandîye. Weha  bi reng e, ji bo xatirê exlaq û tabîatê însanan jî Xweda ayet şandîye. Lê berîya ku îslam nehatîya dora Mekkê, berîya wî heta Hz. Adem Quran behsa temamî dike. Temamî tiştên bê exlaqî berîya ku pêxember nehatîne çêbûye. Mesela qewmê Lût mêze bikin û qewmê dinê binêrin.  Temamî xirabî û nebaşî, dema ku kitêbên Xweda veqetîyane çêbûne. Pêxember hatine û îzexata wê kirine. Îro em welatê xwe mêze dikin. Bi temamî mekteban de kitêba Xwedê rabû. Sunneta pêxember li holê rabû û navê xwe dadînin “Laîq”. Yanê gotin dîn tiştekî cûda ye, jîyan jî tiştekî cûda ye. Gotin bila dîn mudaxeleya jîyanê neke, lê lazime sîyaset û jîyan jî mudaxeleya dîn nekira. Ev însanên ku exlaqên wana xirab bûne,  zêdetir bela ku hem ji fitrata xwe dûr ketine û bi serê xwe mane. Wekî ku tu mesîyekî serê wê bibîrî çawa be, ew ê bipelite û dawîyê wê bimire.

Tiştên ku beşer qebûl nake weka mesela dest avêtina sebîyên piçûk, dîn jî qebul nake. Ji xwe dest avêtina zarokan  cînayet e.  Bi temamî hiquqa dîn de jî hiqûqa beşer de jî cînayet e. Lê belê beşer dibêje ev tişt memnûye, lê ji alîyekî din de jî rêyên ku diçe wî jî hemû serbest dike.

Zewaca ku İslam terif dike, di bin 17 salî de nabe!

Li gorî îslamê,  Quran dibêje dema zewacê de gerî reşit be. Lê ev gotina reşîtbûnê cûda cûda tên şîrove kirin. Lê em dikarin bêjin reşîtbûn li gor erdnîgarîya ku lê dijîn diguhure. Cihên ku memleketên germ be; weka Iraqê, Suudî Erebistanê, Kuweytê, li wê derê heddê reşîtbûne dadikeve. Lê em biçin jorda dewletên Baltiqlî salên reşîtbûne diçe 20î. Di 20î de encax gede reşît dibe. Îslam dibê gelek reşît be, însan heye di 15 salîya xwe de reşîd dibe, yanê aqlê wê kamil dibe, kar û zirarê ji hevdû fêm dike. Însan heye 13 salîye, an jî 12 salîye her tiştê fêm dike. Lê belê zewaca ku Îslam terif dike di bin 17 salî nabe. Mesela her tim nisbeta zewaca Hz. Eyşe mînak didin, dibêjin pêxember nîkahê pê kirîye. Lê tiştekî wusa tuneye. Ev tiştên ku tên gotin karê mîsyonera ne û dixwazin zirarê bidin îslamîyetê. Dîroknasên îslamê dibêjin dema kû Hz. Eyşe zewac kirîye 17 salî buye. Dînê îslamê li dijî îstîsmarê ye, dijî zirarêye. Di zewacê de jî rê dide pêşî.

Li gor şerîatê cezaya destavêtinê kuştin e

Li gor şerîatê cezaya destavêtin û îstîsmarê gelek zêde ye. Însanên ku îstîsmarê pêk bîne, eger aqilê wî reşîd be, cezaya wî kuştin e. Lêbelê ku sebîbe, gerek bê tedawî kirin, an jî eger aqlê wî ne bi cîh be gerek ew jî bê tedawî kirin. Yanî em dikarin weha bêjin, ew însanên ku meyla wî li ser sebîyan be jixwe fitrat û exlaqa wî xirab bûye. Wekî nexwaşîya qanserêye û hemû laş û hestên wî de belav dibe, doxtor dibêjin ev ê bimire. Nexwaşîya fitrat û exlaqê jî wusa ye, nayê tedawî kirin. Lê mixabin qanûna medenî însanên wusa dixe hepsê û xwedî dike.

Zarokên îstîsmara zayendî dibînin, 16 caran tên mexdûr kirin



Parêzer Canan Atabay:

Mixabin me tespît kir ku zarokên îstîsmara zayendî dibînin, 16 caran tên mexdûr kirin. Çawa tên mexdûr kirin. A yekem eger kesê îstîsmara zayendî dîtibe zarok be; travmaya ewil di vê êrişa zayendî de dijî. Travmaya duwem jî di vegotina malabata xwe de dijî.  Paşê li qereqolê ji polêsan re, paşê ji parêzer re, paşê ji pedagogekî pispor re, ji dozgeriyê car din vedibêje, li dadgehê jî parêzerê ji wî/wê re hatiye şandin re careke din vedibêje, heke li wir şarezayek hebe careke din ji wî re vedibêje. Paşê dema destpêkirina dadgehê de, ji şarezayê nû yê dadgehê re, ji pedagogê nû re, ji dadgerê nû re û ji nû ve parêzer re vedibêje. Dadger piştî ku hinekî guhdar dikê heke qanî nebe car din dide vegotin. Paşê dema sewqê saziya tibba adlî dikin jî, li wir ji doxtorê tibbê re jî car din vedibêje. Helbet ev hemû mixabin ji ber mevbûriyeta zagonî tên kirin. Lêbelê, niha sazkirineke nû hat kirin. Di vê sazkirina nû de carekê digrin qamerayê û di pêvajoyên din de temaşe dikin.

Cezayên ku didin kesên îstîsmara zayendî dikin ne bes in!

Heke em di warê cezayên ku didin kesên îstîsmara zayendî dikin bes in, an na de li bûyerê binihêrin, mixabin ne bes in. Di vê rewşê de jî pêşî li ber îstîsmara zarokan nayê girtin. Ya rast bi min divê ji bilî cezayan, xebatên ji bo islah kirinê jî bên kirin. Îstîsmara zayendî li gor civatan, li gor erdnîgariyê diguhere. Lê di civatên girtî, civatên aboriya wan û asta entellektueliteyê kêm in de ev bûyer zêdetir tên dîtin. Naxwazim vê bi awayekî gelemperî bikim, lê bûyerên ku haya min jê hene bi giştî wisa ne. Gava em li ser zarokên ku bûne mexdûrê sûcên zayendî an jî sûcên din lêkolînê dikin, gelek sedemên civatî-aborî derdikevin holê. Mesela em li ser Diyarbekirê biaxivin, di salên 90î de li vir çanda şer pêk hatiye, ji bilî vê însan ji cîh û warên xwe bûne û navenda Diyarbekirê pir zêde koç dîtiye. Însan di nav tunebûna aboriyê de hatine vir û hewldidin ku li jiyanê bimînin. Li vir jî çend cîran an jî çend xizim tên cem hev û bi hev re dijîn. Helbet encameke vê yekê jî heye. Bifikirin ku; xwarin, vexwarin û razana hemû van însanan di odeyekê de dibe. Me dît ku ji ber vê di bûyerên îstîsmara zarokan de zêdebûnek heye.

Divê malbat li hemberî îstîsmara zarokan, zarokên xwe biparêzin.

Divê malbat di vî warî de bên bîrdar kirin. Lewra bi taybetî di bûyerên ensestê de; bûyerên ku ji aliyê xal, ap, hetta ji aliyê bav û birayan ve tên kirin hene. Dibe ku zarokên di temenekî de bikaribin xwe biparêzin, lê zarokên piçûk divê ji aliyê dê û bavan ve bên parastin. Malbat di warê, ji bo parastina zarokan ji îstîsmarê rêbaz çiye, di kijan rewşan de divê zarok xwe biparêze de malbat bên bîrdar kirin.

ji BasNews

Sarkozy bi dijberiya li zewaca hevzayendan li siyasetê vedigere

16.11.2014

Li Fransayê, qanûna rê dide zewaca hevzayendan, ku par hat qebûlkirin careke din bû mijara nîqaşê. Serokkomarê berê Nicolas Sarkozy ku namzetê serokatiya partiya xwe UMP ye, xwest qanûn bê betalkirin û ji hevzayendan û hevserên din (jin û mêr) bi awayekî cuda bên mehrkirin.
Pêşnûme qanûna ku par li Fransayê di encama nîqaşên dûr û dirêj de qanûnî bû, careke din rê li ber nîqaşan vekir. Lîderên mûxalefeta rastgir, mijarê li dijî hikûmetê bikar tîne.
Serokkomarê berê Nicolas Sarkozy ku duh beşdarî xwepêşandana bi navê 'Manif pour tous' a li dijî qanûna zewaca hevzayendan bû, xwest qanûn bê betalkirin. Sarkozy ku namzetê serokatiya Partiya Tevgera Gel (UMP) ye, li şûna qanûna ku li ser navê Wezîra Edaletê Christiane Taubira hat derxistin xwest, ji bo hevzayendan û hevserên din (jin-mêr) qanûnên mehrkirinê yên ji hev cuda bên bicihanîn. Sarkozy der barê qanûna dixwaze de agahiyên berfireh neda.

ji ANF

Piştî Sûriyeyê ji Tirkiyeyê jî koç dike!

DÎLOK (DÎHA) – S.H. (21) ji navçeya Babê ya Heleba Sûriyeyê koçî Dîlokî kir, diyar kir ku hem ji ber nasnemaya xwe ya hevzayendî hem jî malbata wî bi xetereya ji aliyê komên îslamî ve bên kuştin re rû bi rû ne. S.H. piştî Sûriyeyê ji Tirkiyeyê jî koç bike rê digere û ni dava penebaran de profîleke cuda datîne holê.

Şerê li Sûriyeyê di sala çaremîn de didome, ji ber şer êli Sûriyeyê didome bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan, bi sed hezaran mirovan jî mecbûr man cih û warên xwe bi terikînin. Bajarên ku herî zêde mirov dikare bandora şer bibîne, Dîlok, Hatay, Riha û Kîlis in û di nava welatiyên ku ji Sûriyeyê hatine de nasnameyeke cuda jî heye. S.H. (21) ê ji ber şer ji Sûriyeyê ji navçeya Bab a Helebê ya Sûriyeyê koç kiriye û hatiye Dîlokê rewşeke wî yê cuda heye û ew pirsgirêkên ku penaberên dijîn, zêdetir pirsgirêkan dijî. S.H. diyar kir ku ew ji ber nasnameya xwe bi kuştinê re rû bi rû ye. 

‘Endamekî AAS’ê ji ber nasnameyê gefan dixwe’

S.H. anî ziman ku malbata wî ji nasnameya wê agahdar nîn e, lê endamekî AAS’ê (Artêşa Azad a Sûriyeyê) ji nasnameya wî agahdar e. S.H. da zanîn ku endamê AAS’ê vê yekê li dijî wî wekî şantaj bi kar tîne, ew revyina hatine Dîlokê lê endamê AAS’ê li wir jî ew dîtiye û gefe heke pere nede dê nasnameya wî ji komên radîkal ên îslamî re vebêjin lê xwariye.

‘Malbata min nasmeya min nizanin, dixwazin min bidin zewicandinn’

S.H. destnîşan kir ku ji vê rewşê xwe rizgar nekiriyê û malbata wî dixwaze wî bidin zewicandin. S.H. bilêv kir ku ji ber nasnameya xwe reviyaye hatiye û jiyaneke penaberiyê ya çawa dijî, bi xetereya kuştinê re rû bi rû maye vegot û ev tişt anî ziman: “Divê ez ji vir biçim. Ji ber ku hem malbat hem jî komên îslamî dikarin min bikujin. Ez pir tengasiyê de me. Ji bo çûnê derfetên min jî nîn e. Lê divê ez riyeke bibînim û ji vir biçim. Ji bo bikaribim biçim welatên din dikarim serlêdana penaberiyê bikim.”

‘Piştî Sûriyeyê divê ji Tirkiyeyê jî birevim’

S.H. got ku dixwaze biçe hevalên xwe yên hevzayend ên li Holandayê dijîn, ji bo vê yekê serî li sefereta Holandayê daye lêh atiye redkirin. S.H. destnîşan kir ku ditirse dê ji aliyê komên îslamî ve bê kuştin, endamê AAS’ê yê ku wî nas dike bi malbatê re jî axiviyê û wiha got: “Bi vê riyê gefan l imin dixwe. Wekî ku ev tişt bi bav êmin re parve kiriye. Ji ber ku di rojên dawî de nêzîkatiyekî cuda heye. Ji min re dibêje ji vir biçe. Dixwaze biçim Sûriyeyê. Lê ez nikarim vegerim wir.”

ji BestaNûçe