Ji bo cihêxwaziya homosexsuelan (Hevrêgez) li parlamenê hev maçî kirin

Li parlamentoya Îtalyayê de çalakiyek seyr û balkêş pêk hat. Parlamenteran ji bo protesto kirina cihêxwaziya li dijî homosexsuelan (Hevrêgez) ji cihê xwe rabûn û hevramûsan, maçî kirin û bi hev şabûn.
Li parlamentoya Îtalyayê de yasaya der barê cihêxwaziya li hember homosexsuelan (Hevrêgez) dihate gotubêjkirin. Parlamenterên Tevgera Pênc Stêrk ji bo protestokirina cihêxwaziyê çalakiyek encam dan.
Parlamenter ji cihê rabûn û hevrêgezên xwe girtin û hev maçî kirin. Hindek ji wan jî pankartên piştgiriya homosexsuelan (Hevrêgez) vekirin. Ji ber vê protestoyê rûniştina parlamenê navber danê.

ji RewanBêj

Papa Francis: Bêbawer jî diçin Behiştê!

Papayê Vatîkan Papa Francis ragehand ku ne şert e baweriya mirov bi Xwedê hebe heta biçe behiştê, lê mirov dikare bêbawer jî be û biçe behiştê.

Di ve derbarê de Papa Francis wiha bersivê dide çend rojnameya La Republica ya Îtalî: ‘’Eger tu ji min dipirsî ka gelo Xwedayê Xirîstanan wan kesan efû dike ku bê bawer in; Ez jî dibêjim ku hîç sînorekî mîhrîbaniya Xwedê nîne û eger xwedanê wîjdanekî zindî bî, karê baş bike, ne şert e baweriya te bi Xwedê hebe.’’

Papa wiha dibêje: ‘’Ne şert e baweriya mirov bi Xwedê hebe heta biçe behiştê, ji ber kesên bêbawer jî dikarin karên baş bikin, daku biçin Behiştê.’’

Papa Francis ku çend meh dibe bûye Papayê Vatîkan, wek kesekî vekirî tê naskirin. Di vê dawiyê de çendîn daxwiyaniyên balkêş dane. Yek ji wan jî derbarê homoseksuelan de bû û nerîna xwe wiha anîbû ziman: ‘’Ez kî me heta wan dabirizênim?’’ û vêna jî homoseksuel kêfxweş kiribûn.

ji BasNews