Îran û Ezerbeycan ji ver Eurovision û 'gay'an ketin hev


Li gorî nûçeya ajansa Îranî ya Mehr, jêderekî ji balyozxaneya Îranê li Azerbaycanê, ragihand, balyozê Îranê, Mihemedbaqir Behraîm, duh êvarê ji aliyê Tehranê ve hatiye vekişandin. Jêderê han, got, sedema vê yekê jî, bêhurmetî li hember tiştên pîroz yên komara îslamî ya Îranê bûye.

Ji aliyekî din, tê gotin sedema vekişandina balyozê Îranê ji Azerbaycanê ji aliyê Tehranê ve, alozbûna têkiliyên Bakû û Tehranê li ser pêşbirka stranan a bi navê “eurovision”ê ye ku her sal li Bakû tê sazkirin.

Îranê ji Azerbaycanê xwestibû, meşa kesên “hevregez”, ku di çarçoveya eurovisionê de tê sazkirin, bê rakirin. Li hember vê yekê, serokê beşa civakî-siyasî ya serokomariya Azerbaycanê, Elî Hesenof, duh ragihand, van rojên dawiyê Îran li dijî Azerbaycanê progapandeyên tund dike û wiha axivî, “Ma Azerbaycan dixaze meşa hevregezan saz bike? Ez nizanim rayedarên Îranî ev yek li ku derxistin.”

Beriya niha jî, Îranê çend caran balyozê Azerbaycanê li Tehranê bi hêceta “alîkariya Azerbaycanê bo MOSSADa Îsraîl û kuştina pisporên etomî yên Îranê” hişyar kiribû. Azerbaycanê jî ev tohmet red kiribû. ”
 
ji Hawar.net