Muslumanên Ciwan dijminê homoseksulan dawetê konferansê kirin

24.03.2010

Rêxistina Muslumanên Ciwan ya Swêdê ji bo konferansekê dawiya hefteyê axaftvanekî ku bi dijminiya xwe ya li dijî homoseksuelan tê nasîn dawet kiriye. Mirovê ku navê wî Sheik Abdullah Hakim Quick e, di daxuyaniyên xwe yên berê de gotibû ”homoseksuel komekî civakê ya herî bi talûke ye û divê cezayê wan kuştin be”. Van gotinên wî di malpera Enjoy Islam de hatine belavkirin.
Lê serokê Rêxistina Muslumanên Ciwan, Mohammed Kharraki dibêje haya wan ji helwesta dijminane ya Sheik Abdullah Hakim Quick tune bû, lê dîsa jî ewê bihêlin ku ew di konferansê de biaxive, ji ber ku ewê axaftina xwe li ser ciwanan bike û ilhama pêşkeftinê bide ciwanan.

Ji ber vê yekê rêxistina ji bo wekheviya tercihên seksî RFSL mebesta Muslumanên Ciwan di cîh de nabîne, ji ber ku Hakim Quick bi taybetî jî ji bo ciwanan mînak e û dive îlham bide wan, dibêje Ulrika Westerlund, cîgira serokê RFSL.

ji Radyoya Swêdê