Dîrok

Dîrok
 
 

Serhildana Stonewallê

Stonewall Inn di sala 1969an de
Polîs di 28ê Hezîrana 1969an de li ser barekî bi navê Stonewall Inn ê ku li herêma Greenwich Village a bajarê New Yorkê ya DYA bû, zordabûn. Serhildanên Stonewallê, xwepêşandan û berxwedanên bêyî plankirî ku li hemberî vê zilm û zorên polîsan hatibû lidarxistin.

Girîngî û bandora serhildan

Ev xwepêşandan, di dîroka DYAyê de wekî yekem berxwedana eşkere ya li hemberî zorkeriyên ku li ser eqeliyetên zayendî û hevzayendî dihat kirin, tên nîşankirin. Tê pejirandin ku piştî vê bûyerê, bi taybetî li DYAyê di hemû cîhan de tevgerên mafên hevzayendan destpêkiriye.
Di 28ê hezîrana 1970ê de li Los Angeles û New Yorkê yekemîn salvegera serhildanê hat bîranîn û meşên Pride (rûmet) hat lidarxistin.
Îro bi mebesta bîranîna serhildanên Stonewallê li New Yorkê her sal di dawiya meha hezîranê de çalikî tên lidarxistin.

Çavkanî
Vicinus, Martha J., Hidden From History Reclaiming The Gay and Lesbian Past
Foucault, Michel, Histoire de la Sexualite
 
-----------------------------------------------------------------------------------------------------------

 Zilmên li ser hevzayendan li Almanyaya nazî

Di salên 1920an de li Almanyayê, gelemperî li Berlînê, rêjeya xweşdîtin a hevzayendan gelek bilind bû û di civakê de gelek azad bûn. Lê bele piştî serketina Partiya NazîAdolf Hitlerê mêrên gey û jê kêmtir jinên lezbiyen ketin nava qurbanên Holokostê.

Naverok

1 Rewşa girtin
 4 Çavkanî

Rewşa girtin


Di navbera 1933 û 1945an de 100.000 mêr ji ber şibha hevzayendîtîyê hatiye girtin û ji wan 50.000 bi rêya fermî hikm xwarine. [1] Sedan kesên Ewropî yên li cihên ku ji aliyê Nazî ve hatiye dagirkirin, bi hikmên dadgehan ve hatiye sêrkirin.[2] Piraniya van mêran ketiye girtîgehan. Hejmarek di navbera 5.000 û 15.000 kes li kampên civînê hikm xwarine. [1] Her çiqas van kesan çawa miriye nayê zanîn jî li gorî Ruediger Lautman ji % 60ê wan li kampan mirine.[3]

Piştî Şerê

Piştî Şerê cîhanî yê duyem gelek dewlet tedawîkirina hevzayendan a li kampên civînan nasnekirine; paşpêkî bi saya delîlên ji Naziyan mane, car din despê girtina hevzayendan kirine.[4] Di 2002an de hikumeta Almanya ji ber kuştinên sistematik a hevzayendan, ji civata geyan lêborîn xwest. [5] Di sala 2005an de Parlemena Ewropa Holokostek zilmên li ser hevzayendan jî dihewîne, pejirand.[6]

Bide ber

Meşa rûmetê
------------------------------------------------------------------------------------------------------------------

Gay Liberation Front

Gay Liberation Front (“Bereyê Rizgarî ya Gey”; GLF) Navê rêxistina siyasî ya gey û lezbiyenan bû ku li hemberî serhildana Stonewallê[1] di meha hezîranê ya sala 1969an de li New Yorkê hat damezirandin.[2] Navê wê ji navê Mặt trận Giải phóng Quốc gia Việt Nam (Bereyê Rizgariya Neteweyî ya Viyetnamê) hatiye şibandin.
GLF yekemîn rêxistin e ku xwestiye têkeve şerekî vekirî ji bo mafên LGBT. Lê armancê GLF bi ber antî-kapîtalîzmê, antî-emperyalîzmê (bi taybetî Şerê Viyetnamê), li dijî nijadperestî û pederşahî ve fireh bû.[3]

Naverok

Destpêka rizgariya gey

Di 1969an de li rojnameya kevnoşopî ya bi navê San Francisco Examiner gotarek li dijî hevzayedan hat weşandin. Li hemberî vê gotarê çend hevzayend ji 31ê rezberê şûn ve li ber avahiya rojnameyê xwepêşandan li dar xistin. Karkerên bo rojnameyê dixebitin, li ser xwepêşandaneran ji pacê hibir rijandin. Xwepêşandaneran jî hibir bi deste xwe dan û şopa deste xwe li ser dîwêrên avahiyê derxistin. A soxîn Purple Hand (Destê Binefşî) ku guhertokek li ser navê çeteya mafyayê ya bi navê “Black Hand” e, bu nîşaneya rizgariya gey û lezbîyenan.

Pêşketina GLF ya li New Yorkê

GLF ji serî de nîqaşên ji bo piştevanîkirina partiyên çepgir a mîna Black Panther Party dikir[4] û gelek nakokî li navbera endamên wê hebû. Di 1970an de Jim Owles û Marty Robinson ji rêxistinê veqetiyan û Gay Activists Alliance(GAA) damezrandin. GAA xwe wekî “rêxistinek militan bo mafên sivîl ên hevzayendan (lê ne bi tundiyê)” pênaskir û li hemberî GLF xwestin ku xwe ji çalakiyên ku têkiliyên wan bi hevzayendîtî re tunene, dûr bixin. Piştî çalakvanên devnerm ji rêxistinê derketin GLF bi aşkere xwe wekî rêxistinek şoreşger pênaskir.
Pasajek bersiva GLFyê ji bo pirsa “Gay Liberation Front çi ye?” ya San Francisco Pressê dane:
"Em komek ji mêr û jinên şoreşger pêktên (…) Em red li pênas û rolên zayendiyê ya civakê dikin. Em ji van rol û mîtab derdikevin. Her ku em kî ne, emê wê/wî bin. Di heman deme de em şikl û têkiliyên nû ya civakî ango têkiliyên ku li ser xweh û biratî, hevkarî û zayendîtiyekî bêsînorî ava dikin."[5]
Piştî salekî ya damezrandinê li nav GLFê di her yekşemê de civînên giştiyê hat lidarxistin ku li her carê 70-80 kes tevlî civînê dibûn. 19 komên çalakiyê, 12 komên bîrewerkirinê, 3 komunên jiyan û koma xebatên radîkal avakiribûn. Ji xêndî vana li her çarşemê mêran û her yekşemê berî cîvîna giştî jinan civîn lidardixist. Jê cihê GLF rojnameya Come Out! û komuna GLF ya li 17th Streetê kovarekî bi navê Gay Flames derdixistin.

GLF li bajarên din

Wekî rêxistina New Yorkê li San Francisco, Londra, Köln û Montrealê[6] rêxistinên bi navê Gay Liberation Front hat damezirandin. Aubrey Walter û Bob Mellors rêxistina Londrayê xûrt kirin û li Brîtanya belavkirin.[7] Gay Liberation Frontê bajarê Kölnê ku di sala 1972an de hat sazkirin, komeleya gey û lezbiyenan a herî kevn ê Almanyayê ye û îro hîn jî karên xwe ya qala rizgariya dimeşînin.