Dadgeha mafê mirovan ya Ewrûpa: azadiya derbirrînê binpê nebûye

 09.02.2012

Li gorî biryara dadgeha mafê mirovan ya Ewrûpayê dadgeha bilind ya Swêdê mafê azadiya derbirrînê binpê nekiriye dema ji ber sûcê tehrîka dijî grûbek xelkê ceza li çar kesan birrî sala 2006. Wan herçar kesên ku di sala 2004an de li dibistanekê li dijî homoseksuel ango hevcinsan belavok belav kiribûn, piştî biryara dadgeha bilind ya Swêdê, bi sedema ku azadiya wan ya derbirrînê hatiye binpêkirin, doz biribûn dadgeha mafê mirovan ya Ewrûpayê. Lê fêde nekir. Dadgeha mafê mirovan ya Ewrûpayê maf da dadgeha bilind ya Swêdê û biryar da ku azadiya derbirrînê nehatiye binpêkirin. Ev cara duyemîn e ku dadgeha bilind ya Swêdê biryara tawanê tehrîka dijî grûbek xelkê dide.

ji Radyoya Swêdê

Hemzayendên Tirkiyeyî û Dê û Bavên Transan Ji Bo Belgefîlma Xwe Li Benda Piştgiriya We Ne!

‘Di vê cîhana mezin de nikaribûn zarokê min bi cih bikin’
Melek Okan*
*Dayika Îrem a transeksuel a ku li Bursayê bi awayekî hovane hat kuştin. 

Em; wekî dê û bavên tirkiyeyî yên ku zarokên wan hemzayend, bîseksuel, travestî û transeksuel in, LÎSTAG’a ( Malbatên LGBTT’iyan Koma Stenbolê)  ku me bi hev re damezirandibû, em gihîştin hev û din û me dest bi kişandina belgefîlmê bi navê “Zaroka/ê Min” kir. Ji bo ku ev belgefîlm bê qedandin, pêdiviya me bi piştgiriya we hemûyan a sazûmanî, maddî û manewî heye.

Bi tikandina navnîşana www.listagfilm.com û bi gihîştina girêdana INDIEGOGO’yê hem hûn dikarin li fîlmê temaşe bikin,  hem jî hûn dikarin ji bo belgefîlma “Zaroka/ê Min” a ku rasteqînkirina xeyala me ye, di hêla maddî de tevkariyê bikin. Hûn dikarin navnîşana malpera webê di ser medyaya civakî de belav bikin û bibin pêşengê/a ku gelek mirov bi saya we agahdar bibin. Bi tevkariyên biçûk ên ku hûn bidin, em girîngiyê didinê ku di beşa malpera webê de wekî “piştevan” bê dîtin.
Ji Rêbendana sala 2008’an û bi vir ve bi civînên pergalkirî xwişk û bira,  xizm, endamên malbatan û bi taybetî jî em dê û bav ên ku endamên  LGBTT’ê (lezbiyen, gey, bîseksuel, travestî, transeksuel) yên ku tên cem hev, di her derfetê de roportajan didin medyayê û em hewl didin ku dengê xwe bidin bihîstin, em xwe bigihînin malbatên ku vê rewşê dijîn û piştgiriya xwe ya bi wan re didomînin.
Li welatê me yê ku homofobî û transfobî lê belavbûyî ye û pê ve girêdayî mekanîzmayên sansurê gelek çalak dixebite, ji bo ku dengê me ji hêla girseyên hîn mezinter ve bê bihîstin, me pêdivî bi belgefîlmekê dît.  Me xwest ku di vê erdnîgariya cîhanê de dengek hebe,  em û zarokên xwe çi dijîn, em vebêjin û em cîhaneke pêkan biafirînin. Mirov ji bo tiştên ku em dijîn fêm bikin,  tengasiyan dikişînin û ji nedîtî ve tên… Dema ku em wekî malbat biaxivin, roj bê û ew jî hîn bibin ku zarokên wan bixwe hemzayend, bîseksuel û trans in, dibe ku tiştên ku bijîn xeyal bikin, em fikirîn ku vê yekê herî baş ji me fêr bibin. Sala par di panela ku em tevlî bûbûn a Zanîngeha Bogazîçî de ji peywirdarên perwerdehiyê Can Candan ê ku li me guhdarî kiribû, wekî kesekî ku vê empatiyê qefaltibû, dema ku bi teklîfa çêkirina belgefîlma me hat, me fêm kir ku ji bo em dengê xwe bi hemû cîhanê bidin bihîstin, ev kesekî rast e, em gelek bi kelecan bûn û me dest bi kişandina belgefîlmê kir. Hûn jî dizanin ku derbasbûna me dê û bavên ku zarokên me bi awayekî mafdar dixwazin xwe bi nasnameya xwe derbibirin lê di vê civaka homofobîk û transfobîk te zordariyê dikişînin, derketina me ya ber kamerayan ne hesan bû.

Lê em LI VÊ DERÊ NE!

Em 5 dê û 2 bav ên ku ji nav LÎSTAG’ê hatine, bi navê xwe, bi rûyê xwe û ya herî girîng jî bi dilê xwe, pêşî li we dûre jî li hemû Tirkiye û cîhanê bag dikin! Belê, ji bo ku em bibêjin “Zaroka/ê Min hemzayendî ye, Zarokên me Transeksuel e” em çi jiyan û em çi dijîn? Em çawa derketin ber van kamerayan?  Me çawa dest bi vê rêwîtiyê kir û em hîn jî dixwazin çi bikin?  Em ê vê yekê hemû bi hev re,  dema ku belgefîlm bi dawî bû, bibînin.  Lê wekî ku em hemû jî dizanin, li vî welatî kişandina belgefîlmekî, hele kişandina belgefîlmekî ku li ser LGBTT’iyan be qet jî ne hêsan e. Di vê riya dijwar de li ser navê ku em piştgiriya xwe bidin nîşandan, pêdiviya me bi alîkariya we heye.
Ji kerema xwe re di ser navnîşana www.listagfilm.com re bibin piştevanên “Zaroka/ê Min”!
Haydê! Em hemû bi hev re ferqekê biafirînin…

LISTAG (Malbatên LGBTT’yî Koma Stenbolê)  
Zaroka/ê Min: www.listagfilm.com
LİSTAG: www.listag.wordpress.com

ji LISTAG

Keşe ji bo zewicandina hevcinsan ne hemfikir in

 27 09 2011
Li civîna salane ya dêra Swêdê ya ku doh destpê kir heta niha heşt keşeyan serî lêdane ji bo mafê wan yê zewicandinê paşve bê wergirtin ji ber ku ew naxwazin cotên hevcins bizewicînin. Ji sala 2009an ve qanûna zewicandinê guheriye û du kesên ji heman cinsî dikarin bi hev re bizewicin. Biryara zewicandina hevcinsan her keşe bixwe dide û yên ku biryar dane ku ji mafê xwe yê zewicandinê bibin ew in yên ku nexwestine hevcinsan bizewicînin.

Yek ji keşeyên ku serî lêdaye ji bo mafê wî yê zewicandinê betal bibe, Håkan Sunnliden e ku nexwestiye hevcinsan bizewicîne. 
- Ev tradîsyona 2000 salan e û ez dixwazim wiha bimîne lê me dixin rewşek nediyar ya ku li dijî dêrê bixwe ye. Nezelaliyek heye ku divê nebûya. Em di civakek pireng de dijîn.  Misilmanan dizewicin û cihû dizewicin. Divê ev mijar neyê danîn ser milê civatên ayînî.
Ev pirsek dewletî ye. Divê zewaca medenî zelal be û her civatek ayînî bixwe biryara zewicandinê bide, Håkan Sunnliden di bernameya nûçeyan ya televizyona Swêdê Aktuellt de got.   
Lê Helle Klein ya mêvana heman bernamê û bixwe keşeya dêra Swêdê, dibêje dêra Luterî şîroveyên xwe li gorî cîh û dema xwe dide û biryara zewicandina hevcinsan ji aliyê komîsyona dêrê, metranan û civîna dêrê ve hatiye dayîn.

Pride vê salê vekirîye bo her kesî

2.08.2011

Festîvala vë salê li navenda Stockholmê de ye û bo herkesî ye.

Ji duşemê ve festîvala Stockholm Pride dest pê kirîye, festîvala hevcinsxwazan ango homoseksuel, bisseksuel û transseksuelan û mijara serekî bo vê salê vekirîbûn e.
Festîvala vë salê li navenda Stockholmê de ye û bo herkesî ye. Wêne: Gunnar Lundmark / SvD / SCANPIXBo cara 14:mîn ev festîvala rengîn li Stockholmê tê amade kirin, lê îsal ji devera festîvalê ya dor girtî, Tantolunden bar dikin navenda bajarê Stockholmê, Kungsträdgården û bi vê yekê jî dibe festîvaleke vekirî û bê pere bo herkesî. Û ev yeka gelekî baş e li gor Loke Ogando, volenter ango kesê bi dilê xwe dixwaze beşdarê karê festîvala Stockholm Pride bibe:
- Bi gelekî baştir bi vî awayî. Em bêhtir peydabar dibin. Ev festîvaleke vekirîye û tê bi wateya ku herkes kare bêyê, yên perê wan jî tune be. Ew jî karin bên, bibînin, biaxivin û hest bikin ku ew ne bi tenê nin.
Loke Ogando amade ye li avahîya Stockholm pride li Sveavägen û tişt û karên volenterîyê bo 470 volentên ji temamê welatî dide hev. Volenterên amade bûnin bo perwerde kirinê:
- Ew belkî ber derîyê serekî yan ber derîyên derketinê kar bikin û divê karê xwe zanibin. Eger pirs hebin yan kesek ji mêvan pêwîstîyeke wan hebe. Loke Ogando û amadekarên din ji meha duyan de bi karê amade kirinê ve mijûl in:
- Ev sala min ya nehan ku di festîvala Pride de kar dikim wekî volenter, ji ber ez bi vî karî kêfxweşim û zanim ku dê bo demeke dirêj guhertinan di civakê de pêk bîn e. Ku xebat û kar divê bên kirin bo wekhevîyê, ji ber hîna jî cudabûn û liderve hiştin henin di civakê de. Herçend em bi serkevin di karê xwe de dê her baştir be.
Per Wiktorsson, berpirsê festîvala Pride e û dibîn e ku başe Pride ji devera berê bar kiriye Kurngsträdgården:
- Berîya hertiştî ev yaka posîtîv û geş bîn e. Em kesên hebt xwedan mafin di civaka giştî de, em divê bi awyekî vekirî karibin destê ew kesê em bixwazin bigirin, maçî bikin, cilê em dixwazin li ber xwe bikin li her deverê û ne tenê li deverên taybetî li derveyê bajar. Me berîya nuha jî heftîya rizgarkirinê bi awayekî vekirî pîroz kir li Kungsträdgården.
- Ji bilî wê jî xwepêşandana me herdem ahangekî gelî ya mezin bûye di navenda Stockholmê de, îca bi awayekî festîvala herdem vekirî bûye bo herkesî, herçend nuha me biriyar daye em cihê festîvala bigiherin û vekirîbikin. Bi vê yekê jî em bawer dikin ku dê hejmareke bêhtir ji kesên hbt bên festîvalê û hem jî gevalên wan. Belkî rojane nêzîka 30 000 kesî dê bên seredana festîvalê.
Amdekarên festîvalê bawer dikin ku dê mêvanên festîvalê ducar bin li yên sala par. Ev yeka baş e li gor gelekan, lê li gor hindekan jî ev berfireh bûn ne zêde baş e û bêtam bûn e. Jon Voss, serredaktorê malpera hevcinsxwazan QX vê yekê dibêje:
- Ya mirov ji dest winda dike dema festîval wisa di nîva bajar de be û vekirîbe bo herkesî ew ku belkî hestên taybetî yê nêzîkayîyê wenda dike û bi taybetî ew e ya gelek tên bo wê. Ku carekê di salê de yên piranî bin di cihê ahangekê de.
Rexne li amadekarên festîvalê bûnin ji aliyê xwedanên meyxaneyan û pêşangeran jî ji ber ew in yên dê hesab bidin dema kesên mêvan bê pere derbas dibin.
Çend ji meyxaneyan ango bar vekişiyanin, her weha meyxaney û xwazringehên  taybetî yên kesên hevcinsxwaz jî û dê amade nebin di fêstîvala vê salê de û hem rêxistineke siyasî-sosiyaldemokratên Hbt, homo, bi û transeksuel. Û sedema ku festîval beriya nuha li cihekî girtî de dihat saz kirin, ew bû ku pera û qezencên ji mêvanan bibînin û bo ku alkoholê bifiroşin. Jon Voss careke din:
- Beriya hertiştî ji ber siyaseta alkoholê ya swêdî ye. ji ber mirov nikare alkoholê bifiroşe eger cihê fetsîvalê ne girtî be, û paşî jî derbarê peyda kirina finanse kirininê bûn bo temamê amade kirinê bi rêya wergirtina perên derbasbûna mêvanan.
Tirseke din ji festîvala vê salê ew e ku tawanên nefretê bêhtir bibin, dema herkes karibe derbasî festîvalê bibe, bi taybetî piştî kiriyara terorê li Norwêcê. Pirs ew ku eger Pride, ya ji xebata mafê mirova di dest pêka salên 1970 de dest pê kir, îro  bûye ahangeke gelî ya bêçêj û bêtam.
Per Wiktorsson dibîne ku baş e ev ahanga vekirîbe bo her kesî û tirsa wê nabîn e ku zêde gelî bibe.

jî Radyoya Swêdê

Gotûbêja Demokratên Xiristiyan homoseksuel in

 16.05.2011

Demokratên Xiristiyan (Kristdemokraterna) divê êdî ji pêsikandin yan jî adoptekirina homoseksuelan re bêjin erê. Ev pêşniyaza liqê partiyê yê herêma başûrê Swêdê Skåne ye.
Di dengdana 2002ê ya parlemanê de Demokratên Xiristiyan ji mafê pêsikandina homoseksuelan re dengê red bikaranîbûn. Lê dîse jî pêşniyaz ji aliyê parlemanê ve hatibû pejirandin.

Diyar e pêşniyaza herêma Skåne wê gotûbêja li ser homoseksuelan di nav partiya Demokratên Xiristiyan de germ bike. Serokê berê yê partiyê Alf Svensson israr dike ku ji zarokekî re hem dê pêwist e, hem jî bav. Lê rêhevalê wî yê partiyê Danîel Sturesson dibêje: “Gelek caran rewş tê guhertin”.

ji Radyoya Swêdê

Du hejmarên nû yên ‘Hevjîn’ê di refan de

Di beşê kurdî de, nivîseke Vahap Coşkun ya bi navê "Neteweperestî” cih digire. Hejmarên sêyem û çarem ên kovara bi navê Hevjîn derketin. ‘Hevjîn’ weşana sazîbûna ‘Hevjîn LGBTT’ê ye. Herçî LGBTT ye, rêxistina Lezbiyen, gey, biseksuel, travestî û transeksuelan e.

Navenda kovara ku bi zimanê kurdî û tirkî weşana xwe dike Diyarbekir e. Hejmara sêyem a kovarê bi sernavê "Irkçılık ve Milliyetçilik" (Nîjadperestî û Kevneperestî) derket. Di hejmara çarem de jî, mijara “Transfobî”yê bi edîtoriya Firat Kaya hatiye rojevê.

Di beşê kurdî yê kovara “pirzimanî” de, ji bilî nivîsên Emîne Ozkaya, Rober Koptaş û Ayşe Duzkanê, ji Zanîngeha Dîcleyê nivîseke Doç. Dr. Vahap Coşkun ya bi navê "Neteweperestî” cih digire.

Di hejmara çarem a kovarê de hevpeyvînên bi parêzvana mafên mirovan Eren Keskîn û transaktivîst Demet Demîrê re hatine kirin cih digirin.

Kovar li Enqereyê li Kaos GL û Pembe Hayatê; li Stenbolê li İstanbul LGBT, Lambdaistanbul, Amargi, Pozitif Yaşam Derneğiyê; li Îzmîrê li Siyah Pembe Üçgen û Amargiyê; li Edeneyê li Adana STGM, li Wanê li buroyên VAKADê û li Diyarbekirê li kitêbxaneyên Avesta û Kelepirê bi awayeke belaş têne peydakirin.


ji Rizgarî

Helwestên neyênî yên şagirtan lêkolîn bû

 3.11.2010

Levande Historia (”Axaftingeha Dîroka Zindî”) nêrînên şagirtên xwendigenha amadeyiyê lêkolîn kiriye. Ji pêncan yek xwedî nêrînên neyênî ne li romanan, misilmanan, cihûyan, biyaniyan û homoseksuelan. Eskil Franck rêvebir e li Forum för Levande Historia. Ew lêkolînek nû çêbûyî bi yek ku di sala 2003an de çêbibû re dide ber hev, dibêje baş e ku li gorî wê demê îro bêtehamûlî zêdetir nebûye.

Lê li aliyekî din xerab e ku ji pêncan yek, ango grûbek mezin ji xwendekarên xwendingeha amadeyiyê, xwediyê helwestek neyênî yan jî pir neyênî ne ji bo hinek grûpên berxeter di civakê de.
Forum för levande historia daireyek e ku dixebite ji bo zanyariyên li ser tevkujiyên mezin yên dawiya sedsala 1900an bi rewşa îroyîn re bike yek. Armanca vê xebatê xurtkirina demokrasiyê ye. Rêvebir Eskil Franck armanca vê lêkolînê diyar dike:
- Bûyerên ku wê demê rê li wan tevkujiyan vekir, dikarin bi têgeha bêtehamûlî’yê şîrove bibin. Îcar em li rewşa îroyîn dinerin bê diyarde yan jî tovên mîna wan diyardeyan hene di nava gêncan de? Ji bo em bikarin rê bigirin li çêbûn û zêdetirbûna wan diyardeyan û ji bo nehiştina wan bixebitin. Bêgûman li welatê me em dûrî tevkujiyekê ne lê nabe mirov xwe qure bike bêje ew qet nabe. Ji ber ku eger em bihêlin ku bêtehamûlî zêde bibe, em ê nizanibin dawiya wê çi ye.

Di vê lêkolîna ku ji aliyê buroya îstatîstîkê ya giştî SCB ve hatiye kirin de, 4 700 xwendekar ji 150 xwendingehên amadeyiyê beşdar bûne. Di anketekê de xwendekaran bersiv daye pirsên li ser grûbên ku di civakê de pir rastî pêşhukm û cûdakariyê tên.
Bi giştî yên bi helwestên erênî zêdetir in ji yên bi helwestên neyênî lê bi giştî wiha ye jî ku nêviyê bersivdêran xwediyê helwestên nakok in. Yek ji du encamên herî xuya ew e ku ji xwendekaran tenê ji çaran yek xwediyê helwestên erênî ne ji bo grûba romanî. Û ya din jî, zêdeyî nêvî yên xwendekaran xwediyê helwestên erênî ne ji bo kesên homoseksuel. Li gorî lêkolîna sala 2003an ev hejmar zêde bûye.
  
- Em bawer dikin girêdana vê bi xwendinê heye û bi wê ku kesên homoseksuel îro hîn xuyayîtir bûne di civakê de. Lê romanî zêde xuya nakin û pir zêdetir berxeterê pêşhukman in. Dibêjin "Romanek wiha ye" û ev jî dike ku mirovên roman bi pir pêşhukman rûbirû bibin û ev rewş mîna caran hîn jî dom dike, Eskil Franck dibêje.   
Ku em bala xwe bidin dê ji xwendekarên beşdarî lêkolînê bûne kîjan xwediyê helwestên neyênî ne, em dê bibînin ku piraniya wan kur in û diçin xwendinên pîşeyî û dêûbavên wan kêm-xwenda ne. Mirov dikare bibîne jî ku rola hevaltiyê pir mezin e, yanî şagirtên ku diyar kirine hevalên wan ji grûbên berxeter hene, bi giştî erênîtir dinerin li wan grûban.
Eskil Franck yê Forum för levande historia dibêje ji bo zêdekirina tehamûlê li cem xwendekarên xwendingeha amadeyiyê, bêhtir perwerde û kêmtir segregasyon divê.
- Tenê perwerde pêşhukm û nêrînên nêyînî tune dike. Mirov wiha fêr dibe çi bi rastî rast e û ne tenê hema texmîn e. Wekî din jî danûstendina bi hev re girîng e. Divê em li sê qadên herî girîng yên civakê bêhtir hev bibînin. Ew jî dibistan, jiyana karî û herêmên mirov li wan dijî ye. Eger me bikariya mirov bigihandana cem hev li van qadan, me ê pêşketinên baş bikira, Eskil Franck dibêje.  
Û di perwerdeyiyê de jî rola mamosteyan girîng e. Di vê dema ku Forum för levande historia lêkolîna xwe pêşkêş dike de Skolforum jî mamosteyan dawetî workshop’ê dike ji bo li ser bêtehamûlî, pêşhukm û norman bipeyivin.  Michael Haglöf, mamosteyê dibistana seretayî yê dersên swêdî û îngilîzî ye ji Älvboda Friskola ya bajarokê Skutskär’ê, yek ji mamosteyên beşdar e.
- Keşfkirina pêşhukman ne pir hêsan e ji ber ku kesên bi paşxanên biyanî zêde nîn in li Skutskär’ê, îcar nîqaşên wiha pir kêm dibin. Lê dema mirov xeyala xwe didiyê, mirov dibîne li Skutskär’ka biçûk zêdetir pêşhukm hene li gorî bajarê Gävle’yê, Michael Haglöf dibêje.
Li workshop’ê ji RFSL Ungdom û ji rêxistinên gêncan yên Swêdê jî nûner hebûn ji bo ku mamosteyan fêr bikin çawa li dij pêşhukm û nêrînên cûdakar xebatê bikin.
Mamoste Michael Haglöf ji berê de digel şagirtên xwe bi van pirsan mijûl e û ew dibêje pêşwazîkirina nêrînên xwendekaran carna ne hêsan e, Michael Haglöf dibêje.
- Tiştê zor ew e ku mirov zarokan ji ber nêrînên wan mehkum neke. Divê mirov nebêje "şaş e mirov wiha bifikire", lê hizira mirov fireh be. Ê bêgûman dê pêşhukmên mirovan hebin ji ber ku ew tiştekî din nizanin. Ya baş şêwe-xebatek vekirî û demokratî ye ji bo ku herkes dîtina xwe bêje. Yanî nêrînên neronak jî divê karibin eşkere bibin, mamoste Michael Haglöf dibêje.