24. Hefteya Rûmeta LGBTIya Stenbolê ku wê bi durişma ‘Em rêxistî dibin’ were lidarxistin. Hefte di navbera 20-26ê Hezîranê wê bête lidarxistin û bernameya hefteyê jî hat daxuyandin.
Di çarçoveya hefteyê de çalakiyên ku dê werin lidarxistin wiha ne:
Panela ‘Ji bo çi Hewldana Aştiyê ya LGBTI+?’ de wê derbarê pêvajoya rêxistina Hewldana Aştiyê ya LGBTI+yan de nirxandinan werin kirin.
Derbarê leşkeriya mecbûrî de wê atolyeya ‘Pembe tezkere’ û panela ‘Redkariya Wicdanî’ wê were lidarxistin.
Derbarê karkerên sexsê û pirgirêkên ku ew dijîn de wê panela ‘Li qada Werzîşê de Homofobî’ were lidarxisin.
Derbarê pirsgirêkên welatiyên trans de wê bi navê ‘Pêvajoya Transbûnê’ paneleke were lidarxistin.
Di bin sîwana tecrubeyên Îsveç û Tirkiyeyê de derbarê derûniya penaberan û di warê fermîyet û civakê de rewşa wan de wê panel û foruma ‘Penaberên LGBTI+: Pêvajo, Gihiştin û Hevgirî’ were lidarxistin.
Panela ‘Ji bo mafê LGBTI+iyan rêxistina siyasî’ tê lidarxistin û Parlementerê Parlementoya Swêdê Robert Hannah, Wekîlê Parlamentoya Ewropayê Terry Reintke û Endamê Meclisa Şaredariya Beşiktaşê Sedef Çakmak jî wê weke gotarbêj beşdar bibin.
Wê di panela ‘Vegan Aksiyon-Ji bo Sewalan Edalet’ de jî derbarê c3uerparêztiyê de nirxandinan werin kirin.
Di çarçoveya hefteyê de;
Keskesor LGBTI Amed û aktîvîstên Hêvî LGBTIyê wê tecrubeyên hebûnê yên li welatên xwe parve bikin.
Joul Eliasê ji koma Al-Qaws-Sexual & Gender Diversity in Palestinian Society ya Filîstînê derbarê penaberên LGBTIyî yên ereb de tecrubeyên xwe parve bike.
Robert Hannah wê beşdarî panela Li Dîsporayê Tecrubeyên LGBTIyan bibe û tecrubeyên xwe yên li Cemaeta Suryaniyan ya Swedê parve bike. Di heman panelê de Kyle Khandaika jî wê tecrubeyên xwe yên li welatê xwe û li Cemaeta Ermenan ya Amerîkayê parve bike.
Wê ji 17 bajêran kesên LGBTI+yî wê werin cem hev
Di çarçoveya durişma ‘Em rêxistî dibin’ de wê ji 17 bajêran gelek kesên LGBTI+ ku di nav hin sendîqe, komele û komên xwendekaran de rêxistî ne û gelek komeleyên LGBTI+yan bi xwe wê li Foruma Hevdîtina Rêxistinên LGBTI+yê Tirkiyê werin cem hev.
Foruma wê di 24ê Hezîranê de li Salt Galatayê were lidarxistin. Mijarên wê forumê jî; di rojên ku derketina derve jî gelek xeter e de hatina cem hev du, di vê rewşa heyî de rê û rêbazên rêxistîbûnê û pêwistiyên sereke ye.
Fitara Gokkuşagiyê
Di çarçoveya hefteyê de wê di 24ê Hezîranê di li Taksim Cadeya Îstiklalê de xwarina fitarê were belavkirin.
Herwiha tûrnûvaya fitbolê, tûra biskilêtê, atolyeya xweparastinê ya li dijî êrişên homofobîk û transfobîk nîşandindina fîlman, bi awayekî komî roja çêkirina testa HIVê jî ji wan çalakiyan e ku dê werin lidarxistin.
Pêşangeha ji bo bîranîna Boysan, Zelîş û Mertî
Îsal cara heftemîn pêşangeh bi navê Ji Ku Heta Ku tê lidarxistin. Pêşangeh ji bo bîranîna Mert Serçe, Boysan Yakar û Zelîş Deniz ên ku par di meha Îlonê de canê xwe ji dest dabûn, wê were lidarxistin. Di navbera 20-26ê Hezîranê de her roj navbera saetên 13:00-18:30an de wê pêşangeh bo ziyaretkirinê re vekirî be.
Dayîna Xelatên Bacanên Hormankirî di 23ê Hezîranê de ye
Xelatên ku ji homofobî û transfobiyê re tê dayîn, wê îsal jî di 23ê Hezîranê de cara li Navenda Çanda Şişliyê cara 12. were dayîn.
Durişm: ‘Em rêxistî dibin’
Komîsyona Hefteya Rûmetê derbarê diyarkirina durişmê de wiha gotin:
‘Em bi dilekî xemdar û bi hêzeke xurtir ji bo têkoşînê dest bi 24. Hefteya Rûmeta LGBTI+ya Stenbolê dikin. Em li hemberî gelek tehdîtan ve rûbirû ne, lê ew qas jî ne tenê ne. Em li her deverê dinyayê, Tirkiyeyê; li her kolanên Stenbolê têkoşîna xwe bilindtir dikin û hevgirtiya xwe zêdetir dikin. Ji ber vê yekê durişma xwe ya îsal wekî ‘Em rêxistî dibin’ diyar kir.
‘Ji bo rizgarbûna ji vê tariyê yek rê heye û ew jî berxwedan e û em jî vê yekê dizanin. Em dizanin ku rizgarî bi tena serê xwe nabe. Hem dizanin ku azadî bo me hemû yan e. Em ji bo jiyaneke bi rûmet rêxistî dibin.’
‘Em ne ji rûmeta xwe ne jî ji têkoşîna xwe dest bernadin. Em dê her tim serbilind bin. Em li Kolana Ulkerê, li Eryamanê, li Orlandoyê ne. Em li her derê li dijî transfobiyê û homofobiyê ber xwe didin. Em beriya hemû qanûn, nîzam, pirtûk û çekên we yên çêkirî hebûn, em her tim li vir bûn û em dê her tim hevgirî bin. Dinyayekî bêyî me nîne û nabe jî. 24. Hefteya me ya Rûmeta LGBTI+ya Stenbolê pîroz be.’
(ÇT/YO)
ji Bîanet
[ku] Ger tu tûne bî em yek kêmin!
Îsal em jî tevlî meşa rûmete dibin, lê bi awayekî cûda, ji ber kû rûmet berxwedane, Pride means Resistance. Ji ber wî emê wekî komên queer-feminist, kesên kû dijî nijadparezî ne û wekî koçberan, eşkere bibin, bên bihîstin û bi pirzimanî bibin.
Ne têne dijminî li ser hevzayend û transeksûelan jîyana me dijwar dike, em ji ber nêrînen xwe yen sîyasî jî tên êşandin. Mînakî kesên kû ji ber hevzayend-, transeksûel- û înterseksûelbûna xwe nikarin bi mirovî bijîn, penabertî ji Nemsay (Awistirya) re dixwazin. Lê rewşa wan ji alîye sazîyen vir ve bi piranî wekî sedemekî têr ji bo penabertîye naye qebûlkirin. Weki din jî di pêvajoya qebûlkirina penabertî de ji bo kesên kûîr pistgirî tûne ye. Mînakî xanîyekî li gor îhtiyacan û ne bi armanca îzolekirin be. Û ne têne sazîyen vir, civak bi xwe jî pir caran nijadperest e.
Me hîn qala her tişt nekir! Emê heta kû tû derê cîhane pevajoyekî bi nave (xwe vekirin) nemîne, berî xwe bidin. Wê deme edî hevzayend, transeksûel, înterseksûel yan jî kûîr bûn wê nabe pêkbûne kû, mirov li ser welwele çêbikî. Dive nasnameyên zayendîyên cûda bi wekhevî bên qebûlkirin, herkes bikarîbe nasnameya zayendîye xwe hilbijerê û tû zordarî li ser wî mijar nebe. Em tim xwe pêşdixin, ji ber ku polîtîkaye kûîr ne polîtîkayek monîst (tekparez) e. Em dizanin kû pirsgirêka nijadperestî, karkerîya sex, xizanî û pir tiştên din giredayî hevin û sedema wan nezikî hevin.
Berî her tiştî em bi meşa rûmete dixwazin kêf ji hev bigrin, hev çêtir nasbikin û nifşên cûda yê evîne derxînin hole.
ji Sugarbox
Êrîşkarê Orlandoyê, berê serdana Erebistana Siûdî kiribû
Berdevkê Wezareta Derve ya Sîûdiyê Mensûr Tirkî ragihand, welatiyê 29 salî yê Amerîkayê yê ku li Afxanistanê ji dayik bûye, Omer Metin ji bo ‘umre'yê di meha Adara 2011an, ji bo deh rojan serdana Erebistana Siûdî kiribû. Herwiha di sala 2012an de serdaneke bi heman awayî pêk anîbû.
Herwiha Metînê ku ji aliyê Nivîsgeha Lêkolînên Federal a Amerîjayê (FBI)ê 3 caran lêpirsîn pê re hatibû kirin, ji ber ku di yek ji mezintirîn şirketên ewlehiyê G5Sê de dixebitî, destûr ji bo rahiştina çekî wergirtibû.
Li gel ku bavê wî diyar kiribû ku Metin piştgirî dida Talîbana Afxanistanê lê biyet ji DAIŞê re kiribû, jina wî ya berê dibêje ku "aqilê wî çelq" bû loma wiha kiriye.
ji Sputnik
DAIŞ li Orlandoyê hember LGBT komkujî pêk anî
Li Amerîkayê li dijî klûba LGBTÎyan bi navê Plûse Clûp a li Florîdayê êrîşa çekdarî pêk hat. Di encamê êrîşê de 50 kesan jiyana xwe ji dest dan, 53 kes jî birîndar bûn.
Li bajarê Orlandoya eyaleta Florîda ya Amerîkayê li dijî klûba LGBTî êrîşa çekdarî pêk hat. Li gorî agahiyan di êrişê de herî kêm 50 kesan jiyana xwe ji dest dan û 53 kes jî birîndar bûne. Hat zanîn ku êrîşker li klûba Pulseyê hinek kes dîl girtine. Her wiha hat zanîn ku kesê êrîş pêk aniye Omer siddik Metîn (29) yê Afganî ye. Buroya Lêpirsînê ya Amerîkayê (EBI) bi gumana êrîşa "Terorê" lêpirsîn da dest pêkirin.
Hat zanîn ku komkujî ji aliyê DAIŞ'ê ve pêk hatiye.
ji JINHA
Li bajarê Orlandoya eyaleta Florîda ya Amerîkayê li dijî klûba LGBTî êrîşa çekdarî pêk hat. Li gorî agahiyan di êrişê de herî kêm 50 kesan jiyana xwe ji dest dan û 53 kes jî birîndar bûne. Hat zanîn ku êrîşker li klûba Pulseyê hinek kes dîl girtine. Her wiha hat zanîn ku kesê êrîş pêk aniye Omer siddik Metîn (29) yê Afganî ye. Buroya Lêpirsînê ya Amerîkayê (EBI) bi gumana êrîşa "Terorê" lêpirsîn da dest pêkirin.
Hat zanîn ku komkujî ji aliyê DAIŞ'ê ve pêk hatiye.
ji JINHA
Li Amerîkayê li dijî klûba LGBTÎyan êriş: 50 kuştî, 53 kes jî birîndar bûn
Li Amerîkayê li dijî klûba LGBTÎyan bi navê Plûse Clûp a li Florîdayê êrişa çekdarî pêk hat. Di encamê de 50 kesan jiyana xwe ji dest dan, 53 kes jî birîndar bûn. Polêsan ragihand ku êrişkar hatine kuştin.
Orlondo — Di
encama êrişa li dijî klûba LGBTÎyan ya bi navê Plûse Clûp a li
Florîdayê ya Amerîkayê de 50 kesan jiyana xwe ji dest dan, 53 kes jî
birîndar bûn. Polêsan ragihandin ku êrişkar hatine kuştin. Buroya
Lêpirsînê ya Amerîkayê (EBI) bi gumana êrişa "Terorê" lêpirsîn daye
destpêkirin.
Li bajarê Orlandoya eyaleta Florîda ya Amerîkayê li dijî klûba LGBTî
êrîşa çekdarî pêk hat. Li gorî agahiyan di êrişê de herî kêm 50 kesan
jiyana xwe ji dest dan û 53 kes jî birîndar bûne. Hat zanîn ku êrişker
li klûba Pulseyê hinek kes dîl girtine. Hat zanîn ku êrîşkarê Afganî yê
29 salî Omer Siddik Metin êriş pêk aniya û di şerê li dijî polisan de
hate kuştin.
ji Sputnik
Shooting at Pulse Nightclub on S Orange. Multiple injuries. Stay away from area. pic.twitter.com/5Di2mc6XUY— Orlando Police (@OrlandoPolice) 12 Haziran 2016
ji Sputnik
Obama bo piştevaniya hevzayendan dê li New Yorkê peykerekî biçikîne
Li gorî nûçeya Washingtonpostê, Serokê Dewleta Amerîkayê Barak Obama, li herêma Greenwich Village ya girêdayî bajarê New Yorkê dê peykerê sembolîk ya bo 'mafên hevzayendan' biçikîne. Tê gotin ku ev tevgera Obama ji aliyê gelek kesan ve tê destek kirin û Obama di rêya 'Serokê biryarên ewilîn' bi îstiqrar dewam dike.
Hêjayê gotinê ye ku Dadgeha Bilind ya Amerîkayê di sala 2015an de diyar kiribû ku li pêşiya zewaca hevzayendan ti astengî nîne. Li ser vê yekê Koşka Spî di malpera xwe ya Twitterê de biryara dadgehê pîroz kiribû û gotibû: 'Evîn bi ser ket'
ji Sputnik
Hêjayê gotinê ye ku Dadgeha Bilind ya Amerîkayê di sala 2015an de diyar kiribû ku li pêşiya zewaca hevzayendan ti astengî nîne. Li ser vê yekê Koşka Spî di malpera xwe ya Twitterê de biryara dadgehê pîroz kiribû û gotibû: 'Evîn bi ser ket'
ji Sputnik
[ku] (Bang) Em desthilatê şûnde digirin!
Em wek jinan bi biryar in ku di qadên herî pêş de têkoşînê bi rê ve bibin. Bingeha kapîtalîzma emperyalîst xwe dispêre desthilatdariya bavkanî û mêrê spî.
Em wek jinên ji qadên şer mişextbûyî û koçber ji aliyê fîzîkî, psîkolojîk û derûnî ve bi kedxwarî û mêtîngeriyê re rû bi rû ne. Bi taybetî jinên koçber yên digihine Ewropayê ji ber cihekî wan yê mayînê nîne, di kampên ji civaka giştî qutkirî de bi zordarî tên hiştin û bi pergala faşîst ya îltîcayê re rû bi rû ne. Ew jî dibe sedem ku jin di qada giştî û ya taybetî de bi her cureyê şîdetê re rû bi rû bimînin. Cinsiyetperestî parçeyeke ji -qaşo demokrasiya Rojava- ye, ji devereke din nehatiye vir. Ev jinên ku di van demokrasiyan de mezin bûne, wek aktorên hişmendiya şerî û yên kedxwariya dewletên xwe kar dikin. Bi tevlibûna vê hişmendiyê re propagandaya nijadperest belav dikin û ji wê jî sûdê werdigirin. Em destûrê nadin parçebûn û cudabûnan, emê ti carî nebin beşek ji lîstikên dijberiya cinsiyetperest, înter trans-hevzayend, nijadperestî, dijberiya Romanan û dijberiya nijadperest ya li dijî misilmanan. Jinên li Rojavayê Kurdistanê nimûneyên herî baş in ku li dijî hêzên faşîst û mêtînger yên dewletan şer dikin. Jinên li bakurê Kurdistanê jî ji bo xweseriya demokratîk têkoşîneke bêhempa dimeşînin, bi mehan e ku li dijî artêşa Tirk û leşkerên îslamî yên xwefiroş xweparastineke hêzdar û rewa dikin. Ji ber vê ye ku ji aliyê dewleta Tirk ve bi awayekî herî kirêt a cinsiyetperestî ve dibin hedefa êrîşan. Liberxwedan li qadên ku hevkariya me heye û li cihê ku xweparastin û parastina kesên din heye, li ser bingeha edaletê û li cihê ku têkoşîna azadiyê li dar be destpê dike. Em bang li tevahiya jinan dikin; jinên xebatkar û karker, jinên ku bikaxed û bêkaxed kar dikin, ji bo têkoşîna li dijî pergala bavkanî ya kapîtalîzma emperyalîst, ji bo di her qadên jiyanê de em biryara xwe serbixwe bidin, tevli têkoşînê bibin.
Ji bo civakeke bê kedxwarî û bê kapîtalîzmê
08.03.2016 MEŞ:Saet: 15.30 Kottbusser Tor-Reichenber Strasse (bi tenê ji bo FLTI: Jin, lezbiyen, Trans, Inter ) Mîtîng: Saet 17.00 li Orenienplatzê
Kaydol:
Kayıtlar (Atom)