Li 24'emîn mêrî digere!

Helbet ev rekorek e: Ew 68 salî ye, heta niha 23 caran zewiciye û niha 24'emîn mêrî digere. Linda Wolge yekem car di 16 saliya xwe de zewicî. Heta niha 23 caran zewecî û bi vê yekê wekî jina ku herî zêde zewicî ye ket Pirtûkan Rekoran Giunnessê. Zewaca wê ya herî dirêj 7 sal berdewam kir û zewaca herî kurt jî tenê 36 deqîqe dom kir!

Li gor gotina wê du mêrên wê homoseksuel derketine û diduyan jî lê îxanet kiriye û niha ev 10 sal in ew ezeb û li mêrekî digere. Ew  dibêje ku wê tu demê bi mêrên xwe re îxanet nekiriye, lê her mêr ketine dû wê. Ji nav mêrên wê jî, wê herî zêde ji Jack Gourley hez kiriye.

ji DiyarName

YE: Ji bo ku kirîzên nûh rû nedin, divê Tirkîye di destûra xwe de reforman bike!

Di Komîteya Binî ya Mafê Mirovan ya Parlamentoya Ewropa (YE) yê de, Doza girtina AKP yê û Qarneya mafê mirovan hat nîqaşkirin. Serokê Mêza Giştî ya Tirkîyeyê ya Geşkirinê ya Komîsyona YE`yê Jean-Chiristphe Filori got ku, ji ber doza girtina AKP yê bal ji ser reforman dûrket. Û dibêje, ”ji bo rû nedana kirîzên din, em şîretê li Tirkîyeyê dikin ku di destûra xwe de reforman pêk bîne”. Her wiha Filorî amaje pê dike ku, ”di vî dema guherînê de, dûrketina Tirkîyeyê ji reforman, dê bibe egerê kirîzên din. Û divê Tirkîye Qanûna Girtina Partîyan biguhere”.

Filorî dibêje, gûhertina xala 301 ya Destûra Cezayê û qebûl krina qanûna Weqfan jî, dîyadike, ku di salekî de, di warê mafê mirovan de reformên giring pêkhatine û dibêje:”Em nikarin bêjin ku di Tirkîyeyê de pêşveçûn tune ye. Li gor 10 salên bihorî îro li Tirkîyeyê gelek guherîn heye. Helbet ji bo guherîna bîr û çand jî gelek dem divê”.

Filori, em ji pêngavên Tirkîyeyê yên aborîyacivakî ya li ”Başûrêrojhilat” (Bakûrê Kurdistan) ya wek GAP`ê û biryara weşana bi kurdî di TRT yê de kêfxweşin û li hêvîya pêngavê nû ne.

Filori dîyar dike ku, Komisyona YE ji girtina Komela Lambdaistanbul Lezbîyen Gay, Biseksûel, Travestî, Transeksûel (LGBTT) ya bi biryara dadgehê jî bi gumane.

Daxwaz ji Tirkiyeyê kir ku ji bo pêşvebirina mafên mirovan, di Destûra Bingehîn de guhertinan çê bike
.



ji Rizgarî

În 15 çileya pêşîn 2006

Di bernameya îro de:
Karmenda Zayele Senem Alp xelata “hevpeyvîna herî baş ya 2006” wergirt.

Faîza bankeyan
Dema noel, eyda zayînê û serê salê nêzîk dibe xelk ji her car zêdetir mesrefê dikin. Carna ûsa dibe ku mecbûr diminîn ji bakayan deyn bigrin û dikevin bin bandora faîza giran ya bankayan. Rapora: Hassan Noor

Ez homoseksuelim
Taner xortekî kurde û homoseksuele. Wî xwe berê 5 sala wek homoseksuel eşkere kir. Ew bahsa xwe û rewşa xwe dike. Ji dê û bavê kurdan re banga wî heye ku ew zarokê xwe ji ber homeseksueliyê redd nekin. Rapora: Senem Alp

Çûkên ku  koç dikin
Dema zivistan tê û sar dibe cûk ji welatên sar koç dikin welatên germtir. Bi hezaran çûk bi hev û din re bi rojan difirin ji bona ku bighîjîn cîyekî germtir ku lê xwarin hebe.     Rapora: Şukran Kavak.

ji RS

Rêjîma Îranê du ciwanên nêrbaz daliqandin

Di 19ê vê mehê de, li bajarê Maşhad ê îranî du ciwanên nêrbaz hatin daliqandin. Malpera "Iran Focus" di nûçeyeke xwe de dinivîsîne, ku yek ji herdu ciwanan 18 salî bû, yê dî 16 an 17 salî. Herdu ji ber têkiliyên cinsî bi kurekî 13 salî re hatin daliqandin. Rêxistinên mafên mirovan ên îranî dibêjin, ku ji dema destpêka Şoreşa Islamî di sala 1979ê de, dora 4000 mêbaz û nêrabz hatine daliqandin. Ji têkiliyên cinsî di navbera kesine nêr de nêrbazî tê gotin, û ji yên di navbera keç û jinan de mêbazî tê gotin.

ji Amude.com