Sûcên nefretê nayên cezakirin

08.01.2013

Tewanên nefretê ew cûre sûce ku mirovek li mirovekî din ji ber rengê çerm, etnîsîte, baweriya olî û aîdetiya cinsiyetî bi gotinan heqaretê dike. Piraniya wan giliyên hatine kirin li ser gotinên nijatperestî ne, ku ji kesên biyanî re hatine kirin.
Ji wan 500 giliyên me behsa wan kir tenê ji sedî didoyên vana bi dozvekirinek ji aliyê dozger ve bi encam bûne.
Lê weke me got, her çendî gilîyên di vî derbarî de zêde dibin jî dîsa kes nayê mehkûmkirin û ceza kirin.
Yek ji sedemên ku mirov nikarin werin darezandin û mehkûmkirin zehmetiya girêdana bersûc ya bi sûc e, dibêje Fredrik Aspling, lêkolîner li Daîreya pêşîlêgirtina tewanan, BRÅ û dibêje:
– Di bêtirî nîvê wan giliyên ku daîreya me teşxîskiriye de kesê bi sûc rabûye mirovekî nenas e, û ji ber vê nikarî wî mirovî bi tewanê ve girê bidî. Di mesela nivîsandina sloganên nijatperestî de yan jî zerardana mulk de gelekî zehmet e mirov kiryar bibîne. Û ji hêla din ve heqaretkirin bi serê xwe ji bo vekirina dozê têr nake, dibêje Fredrik Aspling.
Di mesela tewankariya nefretê de îspatkirina sûc gelekî zehmet e, ji ber ku gotin dikarin werin înkarkirin û heger komek bi hev re li yekî tada bikin zehmet e îspat jî bikî kî wan gotinên nijatperestî kirine.
Yek ji grûpên gel yên li Malmöyê ku gelek caran bûye hedefa sûcên nefretê û her weha gelek giliyan kiriye civata cûhiyan ya li bajarê Malmöyê ye.
Thomas Bull, li daîreya polês ya Malmöyê serkarê lêpirsîna tewanên nefretê  ye û ew mînakek dide ka îspatkirin dikare çiqas zehmet be:
Li kêleka gotinên bi heqaret her weha gelek kes tên lêdan jî. Lê ji bo ev weke tewaneke nefretê bê navkirin gereke tu îspat bikî ku motîfek bersûc hebûye – yanî bersûc li wî kesî daye yan jî lê heqaretê kiriy bi sedema ku ew kes biyanî bûye, homoseksuel bûye yan jî bawermendê olekî bûye. Îspatkirina motîfê ji bo vekirina dozê gelekî girîng e, û heger nikaribî îspat bikî wê demê lêpirsîn nikare were berdewamkirin, dibêje Thomas Bull.
Tewankariya nefretê, yan jî sûcê nefretê bi serê xwe tenê navkirina sûcekê nîn e, ev qaîdeyeke tundkirina cezayê ye. Yanî heger mirov li yekî daye dikarî cezayek bigirî lê heger bê îspatkirin te ji ber helwesteke nijatperestî lê daye wê demê ceza dikare were girankirin, dibêje Fredrik Aspling li Daîreya pêşîlêgirtina tewanan, BRÅ.

Ji Radyoya Swêdê