Kamaraya Avam zewaca hevzayendê erê kir

22.05.2013

Li Îngîlîstanê pêşnûmeya qanûnê ya der barê zewaca kesên hevzayend de di bin Kamaraya Avam yê baskê binî yê parlamentoyê de derbas bû. Pêşnûme îro (çarşemî) dê li yekinieya bilind Karamaya Lordan bê nîqaşkirin.
Qanûna ku ji aliyê Serokwezîr Davîd Cameron yê Partiya Muhafazakar ya Dehilatdare (Torîes) piştgirî dî lê di nava partiyê re rastî bertekan hat, bi dengên parlamenterên Partiya Karker û Demokratê Lîberal yê hevkarê koalîasyonê re hat qebûlkirin. 366 nûnerî dengê erê bikaranîn û 161 kesî jî red kir.
Di dengdanê de 133 kesî ji partiya dehilatdar Torîes, 15 heb ji Labour, 4 ji lîberal û 9 jî ji rastgir û serbixweyan bi dengê xwe red kir.  Davîd Jone ku denga red bikaranîn diyar kir ku wezîrê hawirdorê Owen Peterson û nêzî 10 sekreterên dewletê jî dengên red bikaranîne. Di nîqaşên dur ojên dawî de bertekên tund yên aliyê muhafazakar yê partiya Camoron û pêşnûmeya guherîn yê ku qanûnî bloqe bike rojevên sereke bû.
Ger qanûna nû di Kamara Lordan de bê qebûlirin, dê ji bo Îngîlîstan û Galler derbasdar be û Îskoçya û Îrlanya Bakur girêdayê vê nînin.
Piştî dengdanê serowezîr Davîd Cameron axivî û  diyar kir ku hêviya wî eve ku di demeke nû de bibe qanûn û di roja yekema pêş de yekemîn mehrê bibirin.

ji ANF