Di misabeqa atletizmê de şans ji bo xelatan heye

9 08 2013, 10.27


– Atmosfera di nava sîporvanan gelek baş e. Hinek bi heyecan in ji bo ku hêvîya gel ji wan heye. Di nava havînê de ji bo gelek sporvanan rewş baş bûye û hinek ketine nava wan 10 kesên herî baş di cîhanê de, dibêje Benkt Skött, xebatkarê Radiyoya Swêd.
Şampîyonîya cîhanê ya spora atletîzmê di nava du salan carê tê pêk anîn û di du lîstika olîmpîyadê ya herî mezin e. Şampîyonîya ku cara serî hemû beşên atletîzmê anî cem hev ya ku di sala 1983 an de li Helsinkîyê hat pêkanîn bû. Berîya wî şampîyonî ji bo her beşên cuda dihate kirin. Heya dema naha Swêd beşdarê hemû misabeqan bûye. Lê di serî de qet xelat negirtin, heya sala 1987. Ew dem bilindhilavêj Patrik Sjöberg xelata zêr ya yekemîn ji bo Swêd, li misabeqeya Romayê girt.
Ji wê vir ve heya dema naha bi tevahî 14 xelat ji Swêd re hatine. Salên ku Swed di atletîzmê de herî baş bû yên navenda salên 2000 bû. Di wê demê de jenerasyonek sporvanên jîr çê bûn û gelek xelat standin. Şampîyinîya cîhanê ya li Parîsê 2003 yan ya herî baş bû. Wê salê Atletên Swêd 5 xelat girtin. Du hev zêr, yek ziv û du hev jî bronz bû.
Misabeqa sala 2007 an ji bo Karolina Klüft ku ji wan yekê herî jîr bû, ja dawî bû,
Lê sala îsal wê çawa here? Gelo atletên Swêd wê îsal bikaribin xelatan bistînin li Moskovayê. Reporter Bengkt Skött awha texmîn dike.

– Li gor texmîna min emê bikaribin du hev xelatan bistînin. Abeba Aregawi gere bê guman bikaribe di banzdana 1500 mêtreyî de xelat bistîne. Ji bilî wî ez bawer dikim ku Emma Green Tregaro jî bikaribe xelatê di bilindhilavêjîyê de bigire. Ji ber ku ew di misabeqeyên awha mezin de hîn bûye ku bi ser keve, dibêje ew.
Ji bilî herdûyên ku Bengt Behs kir, hêvî ji bo du xelatên din jî heye. Kim Amb di avêtina rim de û, Michel Torneus di xwe duravêtinê de. Eva herdû jî bêtir ji bo pêşerojê wek serkeftî tên nîşandan, lê li gor gelek pisporan ew dikarin ji naha ve jî serkeftî bibin.
Lê wek me got hêvîya herî mezin ji bo xelat girtinê, li gor hemû pisporan Abeba Aregawî di banzdana 1500 mêtreyî da ye. Ew bi eslê xwe ji Etîyopyayê ye, di sala 2012 de bû hevwelatîyê Swêd u ji wî vir ve jî ji bo Swêd dikeve misabeqan û herwaha gellek xelat jî girtine. Bengt Skött reporter û pisporê sporê dibêje ew favårî ye.    

– Ew naha ji bo Swêd hem di misabeqeyên di hundur de, hem jî di şampîyonetîya Evrûpaye de ketîye qayîşê û di wir de xelata zêr girtîye. Herwaha ew di misabeqa Diamond League di dema havînê de jî pir serkeftî bû. Yanê ewa ji bo xelat herî girîng e, dibêje Bengt Skött.
Bi gotûbêja di derbarê misabeqeya atletizmê re paralel, gotûbej di derbarê babetên din de jî tên kirin ku sîya xwe davêje ser sîporê. Ji wan babetan yek ew e kû gere bi minasebeta misabeqeyê re gere mafên kesên homoseksuel jî werin rojevê. Ji ber ku naha gelek kesên homoseksuel li Rusyayê dibin hedefa cudakarîyê û zef caran zordestî li wan tê kirin. Di van salaê dawîye de qanûn jî li dijî wan kesan hatine guherandin û herwaha mafê wan hatine ji dest girtin.
Mijareke din jî di derbarê dopîngê de ye, ku ji vê sedemê di dema dawî de gelek kes hatine eşkere kirin. Heger çiqas mesela dopingê berfireh e, û gotûbêjeke mezin di derbarê sextekarîyê de dihate kririn jî, eva dîsa jî ji bo gruba sporvanên Swêd nişkegavek bû, dema ku dopîng kirina kesên bi nav û deng hat eşkere krin, dibêje Bengt Skött.
– Pir mixabin eva eşkere kirinên dopîngê tiştekî nû nîne, her dem dibe. Le dîsa jî ji bo hizgirên sîporê, gelek ne xweşe, dema ku kesên wek Tyson Gay û Asafa Paul dopîng kirî ten eşkere kirin û ji misabeqê tên avêtin.
Belê misabeqe roja şemîyê, yanê di dehê mehê de dest pê dike û heya 18 ê mehê berdewam dike. Lê bi kêmasî ji alîyê Swêd ve roja herî favorî li gor Bengt Skött roja pênşemê heftîya din e.
– Roja pênşemê heftîya din dora Abeba Aregawî ye ku banz bide, û herwaha dora Emma Green Tregaro ya destpêja bilindhilavêjîyê ye jî, dibêje Benkt Skött.

ji Radyoya Swêdê