FDA xwest qedexeya bexşa xwînê bê nermkirin

13. 05. 2015

Tevî welatên Ewropayê, DYA’yê jî daxwaz kir ku qedexeya bexşa xwînê ya ji bo hevzayendan bê nermkirin.

Daîreya Derman û Xurekê ya Amerîkan (FDA) daxuyaniyek da û diyar kir divê qanûna ku bexşa xwînê ya hevzayendan qedexe dike bê nermkirin. FDA’yê li şûna vê qanûnê daxwaz kir ku bila şertê beriya salekê ketine têkiliya zayendî yan na, bê anîn.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di tevayî temen de qedexekirina bexşa xwînê newekhevî ye.

DYA’yê di 1983’an de di dema ku vîrusa AIDS’ê belav bibû ji bo mêrên hevzayend qedexeya bexşa xwînê anîbû.  Ji sedî 7’ê nifûsa welat, mêrên hevzayend pêk tînin. Di rojên buhrî de hinek Saziyên Civaka Sîvîl û endamên Kongreyan ev mijar anî rojevê.

Bexşa xwînê, ligel hevzayend an bî-seksuelan, ji bo jinên ketine têkiliya zayendî, kesên tiryakê bikar tînin derbasdar e.

ji ANF