HDP-LGBTÎ û Kurdistanî

Kalê Badî

Hereketa Azadî ku di Hezîrana 2012’an de wek însiyatîf xwe olan kir û piştî 2 salan, di Îlona 2014’an de guherî û wek hereket xwest ku bibe berdevkê hestiyariyên olî û neteweyî yên kurd, di 2015’an de bi mebesta piştgirîdayîna HDP’ê beşdarî Hevgirtina Hilbijartinê ya Kurdistanî bû. Lê belê piştî hilbijartinan, di çend mijarên wek nêzîkahiya HDP’ê ya LGBTÎ’yiyan û hin pirsgirêkên navxweyî hate rojevê.  Me bi ramankar û endamê Hereketa Azadî Nivîskar Yavûz Delal re van pirsgirêkan şopand. Delal got: “Piştgirîdayîna hin payedarên HDP’ê ya ‘Meşa xîretê !’ ya LGBTÎ’yîyan nexwendin û kornêrîntiya HDP’ê ye”

‘Konsept hevgirtina Kurdistanî ye’

Nîqaşên ku di nav Hevgirtina Hilbijartinê ya Kurdistanî de rû dan û ji alî hin kesan ve wek nakokî têne danasîn, li ser nêzîkahiya HDP’ê ya LGBTÎ’yan bû. Ev nîqaş, hem di nav Hevgirtina Hilbijartinê ya Kurdistanî ya ku ji Partiya Demokrasî ya Gel(HDP), Partiya Herêmên Demokratîk(DBP), Kongreya Civaka Demokratîk(KCD), Komeleya Kurd a Şoreşgerên Demokrat(DDKD), Partiya Azadî û Sosyalîzmê(ÖSP) û Hereketa Azadî pêk tê, hem jî di nav Hereketa Azadî bixwe de bû sedemê pirsgirêkan. Endamê Hereketa Azadî û Nivîskarê Îlahiyatvan Yavûz Delal ji bo sedemên beşdariya Hereketa Azadî ya nav Hevgirtina Hilbijartinê ya Kurdistanî da zanîn ku ji ber ku di metna konsepta Hereketa Azadî de xala ‘Hereketa Azadî hevgirtina civakî û siyasî wek rêgeza polîtîk dizane’ li ser wan ferz kirî ye, ew beşdarî hevgirtina 7’ê Hezîranê bûne û di vê beşdariyê de wan hesabên bazarên berjewendparêz ên polîtîk nekirî ye. Delal got: “Ji ber vê xalê me bi hêmanên din ên Kurdistanî re ji bo hilbijartinên 7’ê Hezîranê biryara piştgirîdayîna HDP’ê stend.

‘Konsept qala LGBTÎ’yan nake’

Yavûz Delal diyar kir ku metna konsepta hevgirtinê ya ku azadiya wijdanî û olî destnîşan dikir, her wiha amaje bi wê yekê dikir ku hevgirtin, dabînkirin û bidestistina azadî û hemû mafên neteweyî yên gelê kurd ên wek; statuya Kurdistan, perwerdehiya ziman, fermîbûna zimanê kurdî, di destûrê de parastina nasnameya neteweyî ya gelê kurd wek polîtîkaya xwe ya sereke radigihand. Delal wiha dom kir: “Metna konseptê erênî yan jî neyênî qet qala LGBTÎ’yan nedikir. Jixwe konsep ji ber berpirsyariyên civakî û pêdiviyên polîtîk li ser hîmê kurd û Kurdistanîtiyê hatibû avakirin û ji ber wê yekê navê wê danîbûn Hevgirtina Hilbijartinê ya Kurdistanî” Delal diyar kir ku eleqeya beyannameya hilbijartinê ya HDP’ê û metna konsepta hevgirtina Kurdistanî bi hev re tune ye, lewre; beyannameya HDP’ê piştî qebûlkirina metna konseptê hatiye aşkerekirin. Delal da zanîn ku hevgirtina hilbijartinê ya Kurdistanî ne ji ber beyannameya HDP’ê, ji ber mercên li Kurdistan piştgirî daye HDP’ê. Delal aşkere kir ku Hevgirtina Hilbijartinê ya Kurdistanî, xebatên xwe li ser naveroka beyannameya HDP’ê nemeşandiye û di beyannameya HDP’ê de hebûna mijara LGBTÎ’yan an jî mijara Kurdistanî ji bo wan nebûye krîterên beşdariyê. Delal got: “Beşdarvanên Hevgirtina Kurdistanî ji ber ku bawerî bi wê yekê hanîn ku piştgirînedana HDP’ê wê ziyanên mezintir bide Kurdistanê wiha helwestiyan û di rastiyê de piştgirî nedan HDP’ê, dan aramî, aşitî, siyaset û yekîtiya Kurdistanê”


‘Piştgiriya LGBTÎ’yê cihê tirsnakiyê ye’

Li ser mijara piştgirîdayîna LGBTÎ’yiyan ya ‘meşa xîretê’ ya hin HDP’yiyan ku di nav Hevgirtina Hilbijartinê û taybet di nav Hereketa Azadî de bû cihê gengeşiyan jî Yavûz Delal ragihand ku ‘meşa xîretê’ ne di çarçoveya berpirsyariyên Hereketa Azadî de ye, lê belê hin kes dixwazin ku vê meseleyê ji bo wan bikin sedemê nakokiyan û her çiqas ew xwe ji vê meseleyê dûr bikin jî, ji ber ku di çarçoveya piştgirîdayîna HDP’yiyan de tê nirxandin, wek hevkarên HDP’ê ev mesele wan jî eleqedar dike. Yavûz Delal li ser vê mijarê wiha axivî:

“Ji alî hin kesayetên grîng ên HDP’ê ve piştgirîdayîna ‘meşa xîretê’ ya LGBTÎ’yiyan, di çarçoveya civakanasiya Kurdistanê ve, wek siyaset mînakeke kornêrîniyê ye. Ev yek ji bo siberoja HDP’ê û rêgeha siyaseta kurd a domînant cihê peroşiyê ye. Piştgiriya ku HDP’ê da vê meşê, ji alî çawanî û çimayî ve ji pêvajoya Gezî’yê re jî nehatiye dayîn. Ev rewş, di heman demê de ji bo oldarên ku derfet dîtine di lîsta HDP’ê de biçine parlamenê jî tê wateya blokebûnê û ev xeflet nayê îzahkirin. Divê HDP ji bo siberoja xwe ji vê rewşê feyz bistîne û dikaribe parlametên xwe bêtir kontrol bike. Ev daxwazî di heman demê de daxwaziya hilbijêrên HDP’ê ye jî. Wek polîtîk, mafê Hereketa Azadî ye ku ji vê siyaseta HDP’ê ya ku li kodên genetîk ên hilbijêrên kurd nagoncive sûd werbigire, lê belê ji ber ku ev şêwe siyaset li prensîbên tekoşîna maf, dadî û azadiyê ya Hereketa Azadî nagoncive, em siyaseteke wiha nameşînin û em ji bo bi kodên genetît ên kurdan neleyize em HDP’ê hişyar dikin.  Lê belê devê ez vê yekê jî bêjim ku ev meyldarî di nav HDP’ê de jî meyldariyeke marjînal û lokal e”

Li ser bibîrxistina ‘Hun dibêjin LGBTÎ’yî derî şêweyên jiyanê yên marûf in’ jî Delal anî ziman ku pîvana marûfiyê kevneşopiya jiyan û teşeyên bizavî yên ku li ser qada şaristaniya xwe hatiye avakirin e û got: “Wek nimûne; ‘meşa xîretê’ ku di şaristaniya rojava de marûf e, bi şêweya ku li Tirkiyeyê hat lidarxistin, di çarçoveya kevneşopiyên şaristaniya me de ne marûf e”

‘Azadî bi çûna wan paqijtir dibe’

Li ser angaşta ku ‘ji ber têkiliya bi HDP’ê re hin kes ji Hereketa Azadî veqetiyane’ jî Yavûz Delal diyar kir ku hebûna hin pirsgirêkan bûyera hereketa wan rave nake û dom kir: “Çûna hin kesên ku Hereketa Azadî baş tênegihîştine û îdrak nekirine ne veqetandin e, lewre têkiliya wan kesan û hereketê tenê li ser daxwaznameya endamtiyê meşiyaye û ev nayê wateya veqetandinê. Yanî di çarçoveya metna konseptê de pirsgirêkeke Hereketa Azadî tune ye. Tenê veqetandina hin kesên ku metna konseptê tênegihîştine heye. Ji ber vê yekê ev veqetandin ji bo Hereketa Azadî tê wateya moxilbûyîn û paqijbûyînê”

‘Kurd ji bo armancên sereke HDP’ê tolere dikin’

Li ser pirsa me ya ku di raya giştî ya kurd de rexne tê kirin ku HDP, ji daxwazên sereke yên kurdên ku meyldariyên wan ên neteweyî û olî hene bêtir enerjiya xwe li ser derdorên çepên tirk, LGBTÎ û hêmanên din ên marjînal xerc dike jî Delal anî ziman ku ger di raya giştî de rexne û îtirazeke wiha hebe, divê siyasetmedar vê peyamê baş têbigihîjin. Delal wiha got: “Li ser grîngîdayîna daxwazên siyaseta HDP’ê bêhevsengiyek heye û hilbijêrên Kurdistanî ji vê yekê haydar in. Mirov dikare li ser hilbijêrên kedkar ên HDP’ê jî vê yekê bibîne  Lê belê em ji mêj ve dizanin ku kurd ji ber armanên xwe yên sereke vê siyaseta HDP’ê tolere dikin. Bi kurtasî; Divê HDP polîtîkaya xwe bi baldarî bimeşîne û hevsengiya profîlên hilbijêrên xwe piştguh neke û li gor daxwazên wan çalakiyan pêk bîne”

ji BasNews