Xebata wekheviya cinsî beriya 30 salan encam da

30.07.2009


Festîvala Pride ya berdewam e di vê hefteyê de li Stockholmê tên pîroz kirin bi awayên cuda di temamê bajar de, lê ne herdem bi serbestî li Swêdê festîvalek wisa hatiye li dar xistin û bi vî awayê eşkerê mafê herkesî ji aliyê seksualîteyê de, cins de hatiye ronî kirin.

Dîrokeke vê yekê heye, bîranîneke girin ji vî aliyê de beriya 30 salan bû dema grûpek ji yekîtiya wekheviya seksuel/ cinsî ve derenceyên dezgeha giştî ya karûbarên civakî dagîr kirin. Ew bûyera bala birêvebirê giştî kişand û bandor kir ku êdî nema hate nerîn li kesên homoseksuel wekî kesên bi nexweşiyeke taybetî.

Barbro Westerholm wê demê nû bûbû birêvebira giştî û pêştir de jî bû siyasetmedareke navdar di partiya gel ya swêdî de. Û ew wekî her sal mêvaneke birêz û giring e di festîvala Pride de:

-  Bi rastî xweş e. Wê demê, dema êrîşî derenceyên derbasbûna avahiyê kirin bi hejmara xwe wek tevgerek ber deriyên me tijî kirin. Sala par 30 000 kes beşdar bûn di meşê de, ji bilî wan jî 300 000 kes rawestiya bûn û li çepikan dixistin, sitran digotin, me hembêz dikirin em yên beşdarî meşê bûbûn.

Giriyê mirov tê dema mirov hizra xwe dike ku di 30 salan de guhertin çêbûye, ev pîroz kirin dê ne mumkin baya beriya 30 salan. Ku ji ber evîna mirov bo kesekî, li mirov bên nerîn wekî nexweşek bi dîtina min şaş bû, lê piştî hewildana pênc salan guhertin hêdî hêdî diyar bûn:

-  Min nikarîbû li evîna navbera du kesan de binerim wekî nexweşiyeke taybetî, çi ev herdu kes ji heman cinsî bin yan ji du cinsên cuda bin. Îca min got: emê vê yekê durist bikin, lê wan ji destpêkê de ji min bawer nedikirin ji ber ku dezgeha min têde kar dikir ji wan re ev yeka qebûl nedikir ew pênc sal bûn. Lê min ji wan re soz da ku wê ev yeka bi ser bikeve. Piştî gelek civînên bi hev re, du heyv derbas bûn û homoseksuelite êdî nema wekî nexweşiyekê hate lê nerîn. Bo min ev yeka gelekî giring bû.

Ji wê demê de xebata bo mafên homoseksuelan û biseksuelan destpêkir ji aliyên civakî û qanûnî de, Barbro Westerholm pirsa jiyana wan ya cotî birêve bir di pêştir de jî û bû seroka karên lêkolînê. Ji ber piştgîriya wê ji van pirsan re, gelek êş û derd kişandin ji aliyê kesên dijî mafên homoseksuela, nameyên tehdîdê ji wê re hatin malê, ji aliyê olî ve jî ser wê re nifir barandin.

Herçend qanûn hatinin guhertin îro hîna jî pêwîstiya xebatê maye, li gor Barbro Westerholm astengiyên civakî henin bo kesên transseksuelin îro û ew dixwaze giraniyê deyne ser pirsên wan. Mafên wan hîna nehatiye eşkere kirin.

- Belê, astengiyên wan in û hem jî pirsa zarokan di têkirliyên homo/biseksuel de. Astengiyên girêdayê kesên transseksuelin pirsa girêdayê bi nav kirinê ye û astengiyên girêdayê guhertina cins bi xwe ye. Ji aliyê warê lênerîna tenduristiya swêdî ve gelekî ne alîkarin di vî warî de û pêşdadweriyên wan henin hember wekî nimûne ciwanên ji nişkave dibînin ku kesayetiya wan di laşekî şaş de nin. Ev yeka dihêle ku çavên xwe baş nadin wan ciwanin û dibe encamên ku ev ciwan bi wê diêşin û dawîyê jî dibe ku bi destên xwe xwe dikujin.

Barbro Westerholm dibîne ku berpirsiyariya siyasetmedaran heye ji vî aliyî ve, herçend tên dîtin îro roj ku mafên kesên homoseksuel, biseksuel û transseksuel bi pêşve çûye li Swêdê, lê dîsan jî pêwîstiya xebateke berdewam heye ji vî warî de.

ji Radyoya Swêdê