Dîrokeke vê yekê heye, bîranîneke girin ji vî aliyê de beriya
30 salan bû dema grûpek ji yekîtiya wekheviya seksuel/ cinsî ve
derenceyên dezgeha giştî ya karûbarên civakî dagîr kirin. Ew bûyera bala
birêvebirê giştî kişand û bandor kir ku êdî nema hate nerîn li kesên
homoseksuel wekî kesên bi nexweşiyeke taybetî.
Barbro Westerholm wê demê nû bûbû birêvebira giştî û pêştir de jî bû
siyasetmedareke navdar di partiya gel ya swêdî de. Û ew wekî her sal
mêvaneke birêz û giring e di festîvala Pride de:
- Bi rastî xweş e. Wê demê, dema êrîşî derenceyên derbasbûna avahiyê
kirin bi hejmara xwe wek tevgerek ber deriyên me tijî kirin. Sala par
30 000 kes beşdar bûn di meşê de, ji bilî wan jî 300 000 kes rawestiya
bûn û li çepikan dixistin, sitran digotin, me hembêz dikirin em yên
beşdarî meşê bûbûn.
Giriyê mirov tê dema mirov hizra xwe dike ku di 30 salan de guhertin
çêbûye, ev pîroz kirin dê ne mumkin baya beriya 30 salan. Ku ji ber
evîna mirov bo kesekî, li mirov bên nerîn wekî nexweşek bi dîtina min
şaş bû, lê piştî hewildana pênc salan guhertin hêdî hêdî diyar bûn:
- Min nikarîbû li evîna navbera du kesan de binerim wekî nexweşiyeke
taybetî, çi ev herdu kes ji heman cinsî bin yan ji du cinsên cuda bin.
Îca min got: emê vê yekê durist bikin, lê wan ji destpêkê de ji min
bawer nedikirin ji ber ku dezgeha min têde kar dikir ji wan re ev yeka
qebûl nedikir ew pênc sal bûn. Lê min ji wan re soz da ku wê ev yeka bi
ser bikeve. Piştî gelek civînên bi hev re, du heyv derbas bûn û
homoseksuelite êdî nema wekî nexweşiyekê hate lê nerîn. Bo min ev yeka
gelekî giring bû.
Ji wê demê de xebata bo mafên homoseksuelan û biseksuelan destpêkir
ji aliyên civakî û qanûnî de, Barbro Westerholm pirsa jiyana wan ya cotî
birêve bir di pêştir de jî û bû seroka karên lêkolînê. Ji ber
piştgîriya wê ji van pirsan re, gelek êş û derd kişandin ji aliyê kesên
dijî mafên homoseksuela, nameyên tehdîdê ji wê re hatin malê, ji aliyê
olî ve jî ser wê re nifir barandin.
Herçend qanûn hatinin guhertin îro hîna jî pêwîstiya xebatê maye, li
gor Barbro Westerholm astengiyên civakî henin bo kesên transseksuelin
îro û ew dixwaze giraniyê deyne ser pirsên wan. Mafên wan hîna nehatiye
eşkere kirin.
- Belê, astengiyên wan in û hem jî pirsa zarokan di têkirliyên
homo/biseksuel de. Astengiyên girêdayê kesên transseksuelin pirsa
girêdayê bi nav kirinê ye û astengiyên girêdayê guhertina cins bi xwe
ye. Ji aliyê warê lênerîna tenduristiya swêdî ve gelekî ne alîkarin di
vî warî de û pêşdadweriyên wan henin hember wekî nimûne ciwanên ji
nişkave dibînin ku kesayetiya wan di laşekî şaş de nin. Ev yeka dihêle
ku çavên xwe baş nadin wan ciwanin û dibe encamên ku ev ciwan bi wê
diêşin û dawîyê jî dibe ku bi destên xwe xwe dikujin.
Barbro Westerholm dibîne ku berpirsiyariya siyasetmedaran heye ji vî
aliyî ve, herçend tên dîtin îro roj ku mafên kesên homoseksuel,
biseksuel û transseksuel bi pêşve çûye li Swêdê, lê dîsan jî pêwîstiya
xebateke berdewam heye ji vî warî de.
ji Radyoya Swêdê