Rûsya ji bo parastina malbatê tedbîran digire

21.09.2015

Li gorî nûçeya rojnameya Izvestyaya Rûsyayê dibe ku Serokê Federasyona Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn hin îfadeyên li ser înternetê qedexe bike.

Li gorî nûçeyê heke hukimeta Rûsyayê hinek îfadeyên ku li ser înternetê belav dibin bigihêjin asteke xeternak û exlaqê giştî yê civaka Rûsyayê xera bike wê hingê Serok dê vê sepanê bide qedexekirin.
Li gorî şopînera medyaya rûsî Roskomnadzorê, ji Baskê Ciwanan ê Partiya Yekîtiyê ya Pûtînî re nameyek hatiye şandin û xetereya vê tevgerê gilî kiriye. Herwiha di nameyê de hatiye gotin ku êdî ev îfade li ser Iphonan jî tê bikaranîn û exlaqê giştî yê welêt têk dibe.
Hêjayî gotinê ye ku niha hukimeta Rûsyayê dest bi lêpirsînekê kiriye. Ev îfadeyên ku tê de du hevzayend hev radimûsin, destên hev digirin û îşaretên seksî didin hev gava bigihêjin asteke berbelav hukimet dê ji bo parastina malbatê tevbigere.
Li gorî benda 11em a qanûna federalî ya Rûsyayê propagandaya tiştên ku zirarê didin exlaqê keneşopî yê welêt qedexe ye.

Ji 103 rêxistinên jinan û LGBTÎ deklarasyona 'ji şer re na'

 1.09.2015
STENBOL
Tevî Hewldana Jinan ji bo Aştiyê, Meclîsa Azadiyê ya Jinan, Koma Jinan a ji bo Edalet, Wekhevî û Azadiyê, Komeleya Destekkirina Namzetên Jin, Hewldana Aştiyê ya LGBTÎ û Kaos GL 103 rêxistin, li Taksîm Hîll Otelê, bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ji bo dawîanîna li şer deklarasyoneke hevpar weşandin.

'ÊDÎ BISEKININ!'
Deklerasyona hevpar ji aliyê Berdevka Mor Çati Çîgdem Hacisoftaoglû ve hat xwendin.
Hacisoftaoglû got, "Weke jinên li vî welatî em aştiyê dixwazin" û anî ziman ku wan bi dengê xwe nîşan dane meclîseke, çawa, welatekî çawa dixwazin, lê belê vîna wan tine hatiye hesibandin. Hacisoftaoglû diyar kir ku AKP'ê pêvajoya çareseriyê sekinandine, li zimanê şer vegeriya ye û got, "Yên ku hûn dibêjin wê xwîna wan li erdê nemînin, zarokên me ne. Yên ku hûn dibêjin hûnê karibin feda bikin, zarokên me ne, xizmên me ne. Yên ku hûn wan dikujin, zarokên me ne."
Hacisoftaoglû got, "Em jin ji vir îlan dikin, ku em ê rewşa şer û pevçûnan qebûl nekin" û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Em ji hemû aliyên bi çek-bê çek re dibêjin 'êdî bisekinin'. Nîqaşa bi heq-ne heq deynin aliyekî, bes bêjin 'wî destpê kir, vî destpê kir'. Hewl bidin nekujin, hewl bidin bidin jiyîn. Weke jin em ne li aliyê mirinê ne, em li aliyê jiyanê ne. Em dixwazin çek bêdeng bibin û diyalog û muzakere ji nû ve destpê bikin. Bila rêyên çareseriya demokratîk bikevin meriyetê, ku hêviyên me yên ji bo aştiyê bi cih werin. Bila ji bo aştiyê gavên rasteqîn werin avêtin, ku zarokên vî welatî pêşerojekê bibînin.
Em ê bi ti awayî rê nedin şerxwaziyê. Ji holê rakirina cihêkariyê, pêkhatina edaletê û avabûna jiyaneke azad û wekhev ji bo me hemûyan ancax bi rewşeke aştiyane pêkane. Emm watya tinebûnê, tinehesibandinê bi jiyana xwe, bi têkoşîna xwe baş dizanin. Em ê di aştiyê de israr bikin."
Piştî daxuyaniyê, rêxistinên jinan bersiv dan pirsên li ser pêvajoyê. Nûnerên rêxistinên jinan gotin, "Li dijî şer em ê bibin dengê aştiyê."

ji ANF

Qanûnên nû yên mîrasê

 27.08.2015
Vê havînê qanûnin nû ji aliyê Yekîtiya Ewrûpî ve tên bicîkirin, ku tê wateya ku ew welatê ku şexs lê miriye, wê demê qanûnên mîrasê yên wî welatî gerek werin bicîkirin. Şexsê mirî welatiyê ku be jî, ferq nake. Ulf Bergquist avûkat e û pisporê qanûnên navnetewî yên mîrasê ye.
- ” Heger girêdana şexsekî bi du welatan re hebe, mesele heger welatiyekî Elmanyayê li Swêdê dijî, wê demê qanûnên bi navê IP hene, ku dibêjin yan divê mirov qanûnên mîrasê yên Swêdê, yan qanûnên Elmanyayê bi cî bîne. Kêşeya ku îro heye ew e, ku ev qanûn ji welat ta welatekî din ferq dikin, û wê demê tirs ew e, ku ev qanûn li ser eynî xalan tiştên cuda bibêjin, û wê çaxê tevlihevî çê dibe. Ji ber vê sedemê ev qanûna nû ya Yekîtiya Ewrûpî dê were pêkanîn.
Ji 17ê meha 8an ve, êdî qanûnên mîrasê yên swêdî ji bo welatiyên swêdî yên li welatekî din yê Yekîtiya Ewrûpî dijîn, nema dikarin werin bikaranîn. Komîsyona Yekîtiya Ewrûpî biryar daye ku qanûnên mîrasê yên wî welatê ku şexs lê miriye, dê werin bicîkirin. Ji bo welatiyên swêdî ku li welatekî din yê yekîtiyê miribin, ev yek dikare were wateya ku gerek xizmên miriyî bacên mîrasê bidin, yan jî mafên xizman yên mîrasê werin guhertin.
Avûkat Catarina Ceder pêşniyaz dike ku gerek mirov baş li ser qanûnên welatê mirov lê dimîne bixwîne ji bo ku kêşeyên hiqûqî ji malbatê re dernekevin.
- ”Gerek mirov bizanibe bê ka çi qanûn di haleta mirinê de dê werin bicîkirin. Ji bo her kesî qanûnên cuda baş in. Ferqeke mezin di nav qanûnên welatên Yekîtiya Ewrûpî de heye, bo nimûne mafê mîrasê yê zarokan, para her kesî ji mîrasê, mafê hevser yê mîrasê, herweha mafê hevjînan û mafê cotên hevcins. Di vê xala dawiyê de, ez bawer im tenê Swêdê parastineke hiqûqî di mafê mîrasê de çê kiriye. Pirseke din ku pir girîng e, bacê mîrasê ye. Bac li ser mîrasan li Swêdê tune ye, lê li gelek welatên din yên Yekîtiya Ewrûpî heye. ”

Di heman demê de ev qanûnên nû dê tenê prînsîpên bingehîn bin, û dê gelek îstîsna werin kirin, ku divê mirov herdem bi wan bifikire. Bo nimûne, heger mirov di wesiyetnameya xwe de binivîsîne ku gerek qanûnên mîrasê yên Swêdê di haleteke mirinê ji derveyî Swêdê werin bicîkirin, wê demê dê her tişt li gorî wesiyetnameyê bibe. Ji bilî wilo, hin welat hene, bo nimûne Îngilistan û Îrlanda, ku dê vê lihevkirinê bi cî neyinin.

Avûkat Ulf Bergquist bi nerîna Catarina Ceder re ye, ku gerek mirov baş li qanûnên mîrasê yên welatê mirov lê dijî, binere. Ew herweha dibêje ku tevî ku ne şert e, lê baş e ku mirov wesiyetnameyeke nû li welatê nû binivîsîne:
- ”Ji aliyê hiqûqî ve mirov ne mecbûr e vê yekê bike, lê dîsan jî ez pêşniyaz dikim ku mirov bike. Heger tu bar bikî Spanyayê û vîlayekê li wir bikirî, herî cem avûkatek spanî û wesiyetnameyekê li ser wê vîlayê binivîsînî, gelekî baş e. Ji ber ku heger tu wefat bikî, û ev pirs bikeve destê dadgerekî spanî ku gelekî li ser hiqûqên navnetewî nizane, dê hindekî dilbitirs bibe, û avûkat yan dadgerên dilbitirs tiştekî nakin. Mebesta min, nivîsandina wesiyetnameyeke nû pir praktîk e.

Ev qanûnên nû herweha tên wateya ku welatên endam yên Yekîtiya Ewrûpî mecbûr dibin ku biryarên dadgehî yên hevûdu qebûl bikin. Berê çend caran wisa bûye, ku dadgeheke swêdî biryar daye ku mafê welatiyekî swêdî heye ku beşek ji pereyên kesekî li welatekî din yê yekîtiyê miribe, heye, lê ev biryar li dadgehên welatê din ne hatiye pejirandin. Ev xal niha tê guhertin û ev yek li gor Ulf Bergquist tiştekî gelekî baş e:
- ”Niha ev kêşe di nava Yekîtiya Ewrûpî tê çarekirin, ji ber ku êdî emê biryarên ji welatên din bipejirînin. Biryara dadgeheke swêdî dê bikaribe heta başûrê Spanyayê jî were bicîkirin. ”

ji Radyoya Swêdê

RFSL daxwaza kampên taybet bi penaxwazên HBTQ dike

03.08.2015

Penaxwazên homo-, bî- û transsêksuêl li kampên penaxwazan tûşî cudatîkirinê dibin. Ji ber wilo, gerek kampin taybet ji bo wan werin tayînkirin.

Pär Wiktorsson, berpirsê çalakiyan li Yekîtiya Parastina Mafên kesên HBTQ (homosêksuêl, bîseksuêl, transsêksuêl û kvêêr), vê yekê ji kanala Radyoya Swêdê P3 re dibêje:

- ”Ya rastiyê, dema ku mirov penaxwaz be û di ser wê re kesek HBTQ be jî, azar dibe duqat. Ez nikarim tu hejmaran bibêjim, lê bi rastî her roj penaxwazên HBTQ tên cem me û ji me re dibêjin ku ew nikarin kampekî ewle bibînin.”
Daîreya Koçê, Migrationsverket jî hayê wan ji vê kêşeyê heye. Ew dibêjin ku herdem personelên xwe perwerde dikin ji bo ku baş bizanibin miameleyê bi penaxwazên HBTQ re bikin. Lê ew dibêjin ji ber ku kamp ne milkên wan in, ew nikarin hin kampên taybet bi penaxwazên HBTQ tayîn bikin.

jî Radyoya Swêdê

Hîn jî zehmetî ji bo jinên hevcins

31.07.2015, 14.53

Tevî ku lêkolîneke hikûmî berî 8 salan pêşniyaz kir ku di têkiliyeke di navbera du jinên hevcins de gerek herdu dayik hêsanîtir ji aliyê dadê ve bibin dayikên hiqûqî yên zarokan, dîsan jî hîn tiştek pêş de ne çûye, li gor beşa nûçeyan ya Televizyona Swêdê, SVT Nyheter.
Halê niha mafê jinên hevcins yên wek her jineke din heye ku alîkariyê bistîne ji bo ku zarokan bîne, bi rêya aviskirina sunî. Lê dema ku zarok çê dibe, tenê jina ku zarok aniye weke dêya hiqûqî tê hesabkirin, û jina din gerek berê xwe bide Daîreya karûbarên civakî ji bo ku dêbûna wê were îsbatkirin, tevî ku herdu jin bi şêweyekî qanûnî zewicî ne jî.

Ji Radyoya Swêdê

HDP-LGBTÎ û Kurdistanî

Kalê Badî

Hereketa Azadî ku di Hezîrana 2012’an de wek însiyatîf xwe olan kir û piştî 2 salan, di Îlona 2014’an de guherî û wek hereket xwest ku bibe berdevkê hestiyariyên olî û neteweyî yên kurd, di 2015’an de bi mebesta piştgirîdayîna HDP’ê beşdarî Hevgirtina Hilbijartinê ya Kurdistanî bû. Lê belê piştî hilbijartinan, di çend mijarên wek nêzîkahiya HDP’ê ya LGBTÎ’yiyan û hin pirsgirêkên navxweyî hate rojevê.  Me bi ramankar û endamê Hereketa Azadî Nivîskar Yavûz Delal re van pirsgirêkan şopand. Delal got: “Piştgirîdayîna hin payedarên HDP’ê ya ‘Meşa xîretê !’ ya LGBTÎ’yîyan nexwendin û kornêrîntiya HDP’ê ye”

‘Konsept hevgirtina Kurdistanî ye’

Nîqaşên ku di nav Hevgirtina Hilbijartinê ya Kurdistanî de rû dan û ji alî hin kesan ve wek nakokî têne danasîn, li ser nêzîkahiya HDP’ê ya LGBTÎ’yan bû. Ev nîqaş, hem di nav Hevgirtina Hilbijartinê ya Kurdistanî ya ku ji Partiya Demokrasî ya Gel(HDP), Partiya Herêmên Demokratîk(DBP), Kongreya Civaka Demokratîk(KCD), Komeleya Kurd a Şoreşgerên Demokrat(DDKD), Partiya Azadî û Sosyalîzmê(ÖSP) û Hereketa Azadî pêk tê, hem jî di nav Hereketa Azadî bixwe de bû sedemê pirsgirêkan. Endamê Hereketa Azadî û Nivîskarê Îlahiyatvan Yavûz Delal ji bo sedemên beşdariya Hereketa Azadî ya nav Hevgirtina Hilbijartinê ya Kurdistanî da zanîn ku ji ber ku di metna konsepta Hereketa Azadî de xala ‘Hereketa Azadî hevgirtina civakî û siyasî wek rêgeza polîtîk dizane’ li ser wan ferz kirî ye, ew beşdarî hevgirtina 7’ê Hezîranê bûne û di vê beşdariyê de wan hesabên bazarên berjewendparêz ên polîtîk nekirî ye. Delal got: “Ji ber vê xalê me bi hêmanên din ên Kurdistanî re ji bo hilbijartinên 7’ê Hezîranê biryara piştgirîdayîna HDP’ê stend.

‘Konsept qala LGBTÎ’yan nake’

Yavûz Delal diyar kir ku metna konsepta hevgirtinê ya ku azadiya wijdanî û olî destnîşan dikir, her wiha amaje bi wê yekê dikir ku hevgirtin, dabînkirin û bidestistina azadî û hemû mafên neteweyî yên gelê kurd ên wek; statuya Kurdistan, perwerdehiya ziman, fermîbûna zimanê kurdî, di destûrê de parastina nasnameya neteweyî ya gelê kurd wek polîtîkaya xwe ya sereke radigihand. Delal wiha dom kir: “Metna konseptê erênî yan jî neyênî qet qala LGBTÎ’yan nedikir. Jixwe konsep ji ber berpirsyariyên civakî û pêdiviyên polîtîk li ser hîmê kurd û Kurdistanîtiyê hatibû avakirin û ji ber wê yekê navê wê danîbûn Hevgirtina Hilbijartinê ya Kurdistanî” Delal diyar kir ku eleqeya beyannameya hilbijartinê ya HDP’ê û metna konsepta hevgirtina Kurdistanî bi hev re tune ye, lewre; beyannameya HDP’ê piştî qebûlkirina metna konseptê hatiye aşkerekirin. Delal da zanîn ku hevgirtina hilbijartinê ya Kurdistanî ne ji ber beyannameya HDP’ê, ji ber mercên li Kurdistan piştgirî daye HDP’ê. Delal aşkere kir ku Hevgirtina Hilbijartinê ya Kurdistanî, xebatên xwe li ser naveroka beyannameya HDP’ê nemeşandiye û di beyannameya HDP’ê de hebûna mijara LGBTÎ’yan an jî mijara Kurdistanî ji bo wan nebûye krîterên beşdariyê. Delal got: “Beşdarvanên Hevgirtina Kurdistanî ji ber ku bawerî bi wê yekê hanîn ku piştgirînedana HDP’ê wê ziyanên mezintir bide Kurdistanê wiha helwestiyan û di rastiyê de piştgirî nedan HDP’ê, dan aramî, aşitî, siyaset û yekîtiya Kurdistanê”


‘Piştgiriya LGBTÎ’yê cihê tirsnakiyê ye’

Li ser mijara piştgirîdayîna LGBTÎ’yiyan ya ‘meşa xîretê’ ya hin HDP’yiyan ku di nav Hevgirtina Hilbijartinê û taybet di nav Hereketa Azadî de bû cihê gengeşiyan jî Yavûz Delal ragihand ku ‘meşa xîretê’ ne di çarçoveya berpirsyariyên Hereketa Azadî de ye, lê belê hin kes dixwazin ku vê meseleyê ji bo wan bikin sedemê nakokiyan û her çiqas ew xwe ji vê meseleyê dûr bikin jî, ji ber ku di çarçoveya piştgirîdayîna HDP’yiyan de tê nirxandin, wek hevkarên HDP’ê ev mesele wan jî eleqedar dike. Yavûz Delal li ser vê mijarê wiha axivî:

“Ji alî hin kesayetên grîng ên HDP’ê ve piştgirîdayîna ‘meşa xîretê’ ya LGBTÎ’yiyan, di çarçoveya civakanasiya Kurdistanê ve, wek siyaset mînakeke kornêrîniyê ye. Ev yek ji bo siberoja HDP’ê û rêgeha siyaseta kurd a domînant cihê peroşiyê ye. Piştgiriya ku HDP’ê da vê meşê, ji alî çawanî û çimayî ve ji pêvajoya Gezî’yê re jî nehatiye dayîn. Ev rewş, di heman demê de ji bo oldarên ku derfet dîtine di lîsta HDP’ê de biçine parlamenê jî tê wateya blokebûnê û ev xeflet nayê îzahkirin. Divê HDP ji bo siberoja xwe ji vê rewşê feyz bistîne û dikaribe parlametên xwe bêtir kontrol bike. Ev daxwazî di heman demê de daxwaziya hilbijêrên HDP’ê ye jî. Wek polîtîk, mafê Hereketa Azadî ye ku ji vê siyaseta HDP’ê ya ku li kodên genetîk ên hilbijêrên kurd nagoncive sûd werbigire, lê belê ji ber ku ev şêwe siyaset li prensîbên tekoşîna maf, dadî û azadiyê ya Hereketa Azadî nagoncive, em siyaseteke wiha nameşînin û em ji bo bi kodên genetît ên kurdan neleyize em HDP’ê hişyar dikin.  Lê belê devê ez vê yekê jî bêjim ku ev meyldarî di nav HDP’ê de jî meyldariyeke marjînal û lokal e”

Li ser bibîrxistina ‘Hun dibêjin LGBTÎ’yî derî şêweyên jiyanê yên marûf in’ jî Delal anî ziman ku pîvana marûfiyê kevneşopiya jiyan û teşeyên bizavî yên ku li ser qada şaristaniya xwe hatiye avakirin e û got: “Wek nimûne; ‘meşa xîretê’ ku di şaristaniya rojava de marûf e, bi şêweya ku li Tirkiyeyê hat lidarxistin, di çarçoveya kevneşopiyên şaristaniya me de ne marûf e”

‘Azadî bi çûna wan paqijtir dibe’

Li ser angaşta ku ‘ji ber têkiliya bi HDP’ê re hin kes ji Hereketa Azadî veqetiyane’ jî Yavûz Delal diyar kir ku hebûna hin pirsgirêkan bûyera hereketa wan rave nake û dom kir: “Çûna hin kesên ku Hereketa Azadî baş tênegihîştine û îdrak nekirine ne veqetandin e, lewre têkiliya wan kesan û hereketê tenê li ser daxwaznameya endamtiyê meşiyaye û ev nayê wateya veqetandinê. Yanî di çarçoveya metna konseptê de pirsgirêkeke Hereketa Azadî tune ye. Tenê veqetandina hin kesên ku metna konseptê tênegihîştine heye. Ji ber vê yekê ev veqetandin ji bo Hereketa Azadî tê wateya moxilbûyîn û paqijbûyînê”

‘Kurd ji bo armancên sereke HDP’ê tolere dikin’

Li ser pirsa me ya ku di raya giştî ya kurd de rexne tê kirin ku HDP, ji daxwazên sereke yên kurdên ku meyldariyên wan ên neteweyî û olî hene bêtir enerjiya xwe li ser derdorên çepên tirk, LGBTÎ û hêmanên din ên marjînal xerc dike jî Delal anî ziman ku ger di raya giştî de rexne û îtirazeke wiha hebe, divê siyasetmedar vê peyamê baş têbigihîjin. Delal wiha got: “Li ser grîngîdayîna daxwazên siyaseta HDP’ê bêhevsengiyek heye û hilbijêrên Kurdistanî ji vê yekê haydar in. Mirov dikare li ser hilbijêrên kedkar ên HDP’ê jî vê yekê bibîne  Lê belê em ji mêj ve dizanin ku kurd ji ber armanên xwe yên sereke vê siyaseta HDP’ê tolere dikin. Bi kurtasî; Divê HDP polîtîkaya xwe bi baldarî bimeşîne û hevsengiya profîlên hilbijêrên xwe piştguh neke û li gor daxwazên wan çalakiyan pêk bîne”

ji BasNews

Bûrsayê meşa LBGTîyan hat betalkirin

Hat diyarkirin ku komek LBGTÎ ji bo destek û piştgirîyê bidin meşa LBGTÎyên a Stenbolê ,xwestin ku li Bûrsayê qaşo meşekî şeref û rûmetê li dar bixin. Lê belê li gor agahîyan ji ber ku di serî de Cemîyeta Mustezefan û xelkê dîndar bertek nîşan dane, bernameya meşê ya LBGTÎyan hatiye betalkirin.
 Wek ku tê zanîn Serokê Cemîyeta Mustezafan a Şaxê Bûrsayê Cemîl Genç di darbarê vê meşa ku wê hatibana kirin de daxuyaneke çapemenî dabû. Merîç di daxuyanîya ku dabû de bang li xelkê Bûrsayê û sazîyên civakî yên sivîl kiribû da ku ji vê meşa LBGTîyan re bertekê nîşan bidin.
Serokê Cemîyeta Mustezafan Cemîl Merîç, di derbarê bernameya ku hatiye betalkirin de wiha ragihand:” Sebeba betalkirina vê bernameya li dijî îslamê, ew bertek û reaksîyonên ku xelkê Bûrsayê nîşandabûn bû. Ez ji vir spasgûzarîyên xwe ji xelkê Bûrsayê re dixwazim bişînim. Lewra xelkê bûrsayê Xwedê ji wan razî be di vê mijarê de bihesasiyet hereket kirin.”(ÎLKHA)

ji hurseda