”Kesek biryarê li ser min nade”

Îro heftiya Stockholm Pride dest pê dike û reng dide temamê paytextê. Têma û mijara sereke ya vê salê ”Kî biriyarê dide” ye. Dogucan, yê bi xwe homoseksuel e dibêje kesek biriyarê li ser min nade.

Dogucanê 26 salî ji bajarê Amade beriya sê salan hate Swêdê û li gor wî Stockholm Pride gelekî giring e ji bo temamê civakê û tesîra li ser pirsa kesên HBTQ dike.

Ji 1998 de Stockholm Pride festivala Pride ya herî mezin e di temamê herêma welatên bakûrî de ya kar û giraniyê datine ser eşkerekirina pirsên girêdayî bi kesên homoseksuel, biseksuel, transseksuel û queer yên bi kesên HBTQ bi swêdî têne bi nav kirin.

Mebest bi festîvalê sazkirina mecaleke vekirî û serbestiyeke civakî ji pirsên HBTQ re. Amadekirin û beşdariya di çalakiyên wekî heftiya Pride de kare tesîrê bike li nerîna mirovan derbarê kesên HBTQ, li gor Dogucan.

Ji dema ku Dogucan hatiye Swêdê ew her li ser pirsa mafê kesên HBTQ rawestiyaye û grûpeke kurdan bi navê Kurdên Keskesorê, Regnbågskurder, organize kiriye ya wê di dawiya vê heftiyê de di meşa Prideê de beşdar be.

ji Radyoya Swêdê