Li Kurdistanê yekem car: Homosexual

Silêmanî (Rûdaw) - Li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê derhênerekî gênc fîlmek liser jiyana hevzayendan çêkir.

Kurtefîlmê bi navê “Homosexual” yekem fîlmê Hêmin Xofya ye ku bi xwe çîroka wî nivîsandiye û kişandiye.

Di fîlmê 15deqîqeyî de 3 lîstikvanên kur û 3 ên keç dilîzin.

Xofyayê hê 21salî 8 sal e di warê hunerî de kar dike. Destpêkê bi şanoyê re mijûl bûye. Dûvre kurtefîlman bala wî kişandiye.

Çima hevzayendî?

Derhênerê gênc dibêje sala 2013an wî projeya fîlmekî liser hevzayendan çêkir. Lêbelê ber bi dawiya 2015an ve piştî ku lîstikvan dîtin karî dest bi kişandina fîlmî bike û meha Sibatê jî temam kiriye.

Xofya aşkera dike ku ew bixwe ne hevzayend e û heta li dijî wê ye li Kurdistanê hevzayendî belav bibe ji Rûdawê re got:

"Wekî hunermend karê min nîşandana mijarên tebû ye. Wekî mînak, hevzayendî. Ez bi hunera xwe dixwazim nîşan bidim ku ew jî beşek ji komelgeha me ne. Armanca min ew e di vê derbarê de yasayek bê çêkirin."

Li Silêmaniyê kişand

Derhêner Xofya çîroka ku li Silêmaniyê kirî fîlm wiha vegot:

"Xortek û keçeke gênc diçine hotêlekê. Lêbelê hotêl ode nade wan. Ew jî diçine cihekî ku li Silêmaniyê baş tê zanîn, bi hev re dibin. Lêbelê dema du kur û du keçên hevzayend tên, ode didine wan. Çimkî nizanin ku hevzayend in."

Di fîlmî de du xort diine cem melayekî ku mehra wan bibire. Lêbelê mela dibêje "em ne xrîstiyanin ku vê mehrê bibirim."

Ew xort dûvre diçine cem keşeyekî. Keşe jî dibêje nabe. Dûvre diçine dadgehê da ku nasnameya xwe biguherînin. Dema desthilatdar ji wan dipirsin çima, ew dibêjin ku dixwazin bizewicin.  Ser vê yekê wan dixine girtîgehê. Rêvebiriya girtîgehê ji ber ku ew hevzayend in wan dixe odeyên cihê. Ew gênc li pişt dîwaran bi hev re diaxivin û dibêjin "dîwar nikarin bibin asteng ji me re."

Çawa lîstikvan peyda kirin?

Xofya diyar dike ku liser Facebookê 4 hezar 'hevalên' wî hene û ji wan hevzayend in. Bi vê rêyê pêşniyaza lîstikvaniyê kiriye.

Lîstikvanan yek merc hebûye: Ku fîlm li Başûrê Kurdistanê neyê nîşandan. Ligel vê yekê jî Xofya got fîlm destpêka Îlonê dê li kafeyekê bi beşdariya temaşevanên bijartê bê nîşandan.

Xofya dixwaze bi gavekê jî be sînemaya Kurdî pêşve biçe û hinek sînoran bişikîne: "Êdî divê hevmaçkirin û seks di fîlman de hebe. Hevzayend jî beşek in ji civakê. Di fîlm de rûyê wan dixuyê. Min xwest karê min realîst be."

Fîlmê Xofya ta niha ji 80 bajarên Amerîka û Ewropayê re hatiye şandin. 20 Hezîranê li Almanyayê nîşandaneke wî hate rêkxistin.

 10 hezar dolar lê serf kir

10 hezar dolarên Amerîkî ji berîka derhênerê gênc bixwe wekî mesrefên fîlm derketiye.

Fîlm ji bo pesendkirine ji Rêvebiriya Sînemayê ya Silêmaniyê re hatiye şandin, lê wan xwestiye çîrok bê guherandin.

 Liser vê yekê Xofya dibêje:

"Pirsgirêke ne hebûne seksê bû. Wan têbinî liser şêweyê honandina çîrokê hebû. Lê ez xwedî stîla xwe me. Ez li gorî ya wan şixul nakim."

Derhêner yekem car ji Rûdawê re derbarê fîlmê xwe de axaft. Ji bo yekem nîşandan fîlmî ya meha Îlonê ji Kurdistanê Rûdaw û ji derveyî welêt jî BBC hate vexwendin.

Lîstikvanê sereke

Lîstikvanê sereke Hojan Kemal (22) beriya 8 salan pêhesiyaye ku hevzayend e.

Hojanê bi hevzayendiya xwe şanaz e û sê sal bêhtir e lîstikvanî dike derbarê fîlmî de got:

"Em dixwazin bi vî fîlmî rûyê girtiyê kesên wekî min ku ji aliyê malbat, yasa û dîn ve zulm li wan tê kirin ji civakê re vekin. Gelek hevzayend ji ber sedemên derûnî xwe dikujin. Nikarin bi xelkê re bijîn çimkî têne acizkirin."

Hojan ji niha ve li bertekên ku dê bên difikire:

"Pêwîst fîlm li cihekî taybet bê nîşandan, lê divê bi telefonê wêne neyên girtin. Haya malbata min jê nîne û eger fêr bibin ez dê mecbûr ji wan cihê bibim. Ya rastî ji bo kar, jiyana xwe fida dikim."

Lîstikvan Hojan ji bo parastina mafên hevzayend ango hemwelatiyên LGBT dixwaze yasa bêne çêkirin.

ji Rudaw