Lööf dixwaze qaîdeyên xwîndêrên homoseksuel rake

 03.08.2012

Partîya Navendê (Centerpartiet) dixwaze qaîdeyên xwîndanê yên ku ji bo mêrên homoseksuel hene bên guhertin.

Halê hazir ji bo ku mêrekî homoseksuel bikaribe xwînê bide şert e ku ew salekê bi mêrekî din re nerazabe û bi mêran re neketibe têkilîya cinsî. Seroka Partîya Navendê Annie Lööf qaîdeyan wekî dîskrîmînasyon dibîne.

-  Partîya Navendê dixwaze şertê zigurdîyê, yan xwevegirtina ji seksê ji bo zilamên homoseksuel rake. Di şûna wê de, bê ku mirov binêre bê kesek homo- yan heteroseksuel e em dixwazin giranîyê bidine ser hemû reftarên di xeterê de.
Lê ev pêşnîyaza Annie Lööf bi serê Federasyona mafê HBTyîyan RFSL nakeve.
Rêxistina mafê homoseksuelan balê dikişîne ser wergirtina vîrusa HIV ku di nav mêrên homoseksuel de ji %80 bilindtir e. Û radigihîne ku  sedemên xurt ji alîyê tendurustîyê ve hene ku divê berçav bên girtin.

ji Radyoya Swêdê