Jinên di bin siya şerîetê de di(na)jîn!

AMED - HÊZIL ROJDA
Aktîvîsta Lezbiyen û femînîsta Îranî Shadî Amîn bal kişand ser nêzîkatiyên şaş ê li hemberî takekesên LGBT û diyar kir ku li Îranê gelek takekesên LGBT'yî ji ber zexta civakê ya daxwaza xwe ya zayendî dinixumîne, yan jî bi huqûqa şerîetê tên kuştin. Amîn got, "Jinên Îranî bi awayekî wekhev nikare tevlî jiyana civakî bibin."

Femînîsta Îranî, aktîvîsta lezbiyen Shadî Amîn di sala 1980 de ji ber çalakiyên xwe yên siyasî neçar ma Îranê biterikîne. Hînê li Elmanyayê dijî û der heqê mijarên cihêkariya zayendî, êşkenceya zayendî, zexta sîstematîk a li dijî Jinê li Komara Îslamî ya îranê, rewşa homoseksuelan lêkolînan dike. Di pirtûka wê ya bi sernavê Ghodrat va Lezzat (Hêz û zewk) de behsa rewşa homoseksuelên li Îranê dike û di heman demê de yek ji damezrînerên Komeleya Tevna Jinên Îranî (SHABAKEH) e û koordînatoriya Tevga Transeksuel û Lezbiyenên li Îranê dike.

Amîn yek ji beşdarên 1. Konferansa Jinên Rojhilata Navîn a li Amedê bû û ji ANF'ê re axivî.
Shadî Amîn da xuyakirin ku ji ber xebatên wê yên li partiyeke çep a Îranê neçar ma koçî Pakîstan, Tirkiye, Rojhilatê Elmanya û dûre jî Rojavayê Elmanyayê bike û diyar kir ku takekesên LGBT'yî ji ber nêzîkatiya li wan tê kirin neçar dimînin daxwaza xwe ya zayendî binixumînin.

"LI ÎRANÊ HOMOSEKSUEL GOTINEKE TABÛ YE"
Amîn da xuyakirin ku li Îranê homoseksuel gotineke tabû ye û destnîşan kir ku mîna li Tirkiyê li Îranê jî li hemberî takekesên LGBT'yî nêzîkatiyek çewt heye. Amîn got, "Di demên li Îranê de ez Lezbiyeke veşartî bûm. Û min difikirî ku ez xwedî pirsgirêkekê me. Wê demê min gotina Lezbiyen jî nebihîstibû. Û difikirîm ku homoseksuelî xwedî wateyeke neyînî ye."
Amîn axaftina xwe weha dewam kir: "Di 10-12 salî de tu zayenda xwe ferq dike. Malbata min malbateke azadîperest bû. Gava ez mezin dibûm, pîvanên zayendî li ser min ferz ne dikir. Ji ber vê yekê, min ji malbata xwe piştgirî stend. Min futbol dilîst, ajokarî dikir û difikirîm ku çawa ez ji mirovan (jinan) hez dikim, ew jî dikarin ji min hez bikin. Çawa jin ji mêrekî hez dike, bi heman rengî jin ji jinekê jî hez dike."

"JI BER PERGALÊ DAXWAZA MIN A ZAYENDÎ NIXUMANDIN"
Amîn bal kişand ser zextên civakî yên li ser takekesên LGBT'yî û diyar kir ku ji ber van zextan, daxwaza xwe ya zayendî dinixumînin. Amîn got, "Jinên ji min hez dikin, ji sedî 99'ê wan niha bi mêrekî re zewicî ne û xwedî malbatekê ne. Ew li gorî pîvanên civakê neçar man tevbigerin û hestên xwe nixumandin." Amîn destnîşan kir ku divê hebûna takekesên LGBT'yî bê qebûlkirin û ji wan re hurmet bê nîşandan.

JINÊN DI BIN SIYA ŞERÎETÊ DE DIJÎN
Amîn pirsgirêka jinên di bin siya şerîetê de li Îranê dijîn jî bi van gotinan tîne ziman: "Jinên Îranî nikarin bi awayekî wekhev tevlî jiyana civakî bibin. Mîna gelek jinên cîhanê di bin zextê de ne. Yek ji van zextên sereke jî nixumandina serê xwe ye. Jinên di temenê biçûk de tên zewicandin, mafên wan ên cihêbûnê (dest ji hev berdin) nîne. Mafê jinê yê mîrateyê nîne. Destûr ji mêr re tê dayîn bi çar jinan re bizewcie. Jin, bêyî destûra bav û mêrê xwe nikare pasaportê yan jî ehliyetê bistîne. Gava mirov van hemûyan dibîni, derdikeve holê ku jin weke takekes nayê qebûlklirin. Bav û mêr xwedî wî mafî ne, ku tevahiya jiyana jinê têxin bin kontrola xwe."

"WE ÇAWA XUŞK Û BIRAYÊN XWE YÊN HEVZAYEND JI BÎR KIRIN?"
Amîn der heqê 1. Konferansa Jinên Rojhilata Navîn a di navbera 31'ê Gulan û 2'ê Hezîranê de li Amedê pêk hat nêrînên xwe anî ziman û diyar kir ku ev konferans ji bo avakirina xeteke hevpar a têkoşînê girîng e. Amîn di axaftina xwe ya li konferansê de bi pirsa "We çawa xuşk û birayên xwe yên hevzayend ji bîr kirin?" beşdarên konferansê rexne kir û weha peyivî: "Homoseksuelî mijarake girîng e, lê li vir nehat axaftin. Nîqaş li ser azadiya jiyana mirovan nehat kirin. Ez dizanim ku li Amedê yekitiyeke xurt a LGBT heye, lê tevî ku bang li wan hatiye kirin, nehatine. Bêguman çima ji Tirkiyê, Fîlîstînê û welatên din takekesên LGBT'yî nehatin konferansê? Ev kêmasiyeke. Ji bo xwe-îfadekirinê derfet ji takekesên LGBT'yî re nayê dayîn. Eger di danezana vê civînê de der heqê hevzayendiyan de biryarek derkeve, wê gelekî girîng be."

ji ANF