Em weke grûp nawêrin beşdarî Pride bibin


30.06.2013

Festîvala Sockholm Pride, festîvala vekirî ya ji bo kesên homoseksuel, bîseksuel û transeksuel û herweha her kesê piştgîrîya wan dike û dostê wan e sal bi sal binavûdengtir dibe û beşdarîya tê de bi kêf û şahîyê ve tên girêdan. Lê hîna jî hene yên nawêrin vekirî tê de beşdar bibin wekî Ardeshir Bibakabadi, ew hem homoseksuel e û hem jî musilmanekî oldar e.

Îro roj ne take kes lê herweha rêxistin, partîyên cuda, siyasetmedar û dezgehên dewletî beşdarbûna di festîvalê de wekî serbilindahîyekê dibînin. Lê li hêla din hîna jî kesin hene ku bi cidî û bitirs li beşdarbûna di vê festîvalê de dinerin û eşkere nawêrin bêjin yan diyar bikin ku ew homoseksuelin.

Ardeshir Bibakabadi yek ji wan e, ew homoseksuel e û musilmanekî oldar e. Bibakabadi dê wekî serokê rêxistina Homan ya piştgîrîya kesên homo, bî û transseksuel (HBT) ji welatên ev meylên cinsî di wan de qedexe ye dike, beşdarî festîvalê bibe:

-Bibakabadi dibêje beşekî taybetî di festîvala vê salê de tenê bo kesên HBT ji kokên biyanî dê tune be û ne jî di merasîmên xwenîşandana festîvalê de jî ya jê re dibêjin Pride parad. Wê ew bi serê xwe beşdarî merasîma festîvalê dibe. Li gor wî eger ew wekî grûpeke diyarkirî beşdarî merasîmên festîvalê bibin dê misoger tûşî êrîşan bibin û ji ber wê yekê ew nawêrin.

Eger 40 yan 50 kesên musilman yan kesên din yên biyanî li Swêdê bêjin em azadîyê dixwazin, em mafê xwe dixwazin, wê demê yan dê biyanîyên din yan jî grûpa nazîyên nû êrîşî me bikin. Rêxistina Homan di bêhtir 10 salan de wekî rêxistineke îdeel û dilxwaz çalak e û ev di sê salan de pereyên fermî jî werdigirin.
Ardeshir yê ji 1985 de ji îranê hate Swêdê nuha kar di vê projeyê de wergirtîye ji alîyê şaredarîya Göteborg ve. Ew dibêje derîyên rêxistina Homan bo her kesî vekirîye, lê ew bi xwe giranîyê datînin ser biyanîyên nû hatine bo Swêdê û ew kesên ku musilmanin.

Eger yek homoseksuel be û ji rojhilata navîn be kare di rewşeke dijwar û xeter de be, her li Swêdê bi xwe jî li gor Ardeshir. Bi navê namûs û şerefê ew kes karin tûşî gef û tehdîdan bibin ji alîyê malbata xwe ve, lê ne tenê ev, piranîya caran mirov bi xwe re dikeve nakokîyê de:

-Mirov çand û adetên xwe yên kevin, çanda matço ya hişk û mêrane bi xwe re tînin Swêdê û li çanda homoseksualîyê wekî çandeke rojavayî û ewrûpî tên nerîn û ne çanda me ye. Gelek kesên ku ji welatên din tên Swêdê mecbûr dibin jiyaneke bi du rûyan bijîn.

Ji ber vê yekê , Ardeshir dibêje, hebûna vê rêxistinê gelekî giring dibînim, da ku em xwuya bin, ku em jî hene û nabe bi çavekî kêm li me bên nerîn.
Rêxistina Homan dê di festîvalê de hewil bide agahdarîyê derbarê karê rêxistinê belav bike, wekî nimûne belavkirina agahîyên giştî derbarê nexweşîyên cinsî û pêşkêşkirina piştgîrîyê di rewşên tecawizîya bi navê namûs û şerefê de. Û di festîvala vê salê de, Ardeshair bi hêvî ye ku şîroveyên balkêş li dar bikevin, lê hêvîyên wî ne zêde mezin in ji ber li gor nerîna wî li Stockholmê giranî bêhtir tên danîn li ser wan yên ji berê ve rêya xwe nas kirine û ne ew yên bi pêwîstîya alîkarî û piştgîrîyê ne.

-Stockholm Pride bûye festîvaleke bazarî. Heqê derbasbûna parka pride gelek e. Ne wekî welatên dine, wekî Almaniya yan Fransa yan jî Köpenhamnê, ya mirov bê heq û pere kare derbas bibe. Ev festival jî berê xwe tenê dide wan yên ji berê agahdarkirî ne, yên ji berê ve homoseksuelin û derbasî civakê bûne. Lê ne bo wekî nimûne biyanîyên nûhatî ne yên ne xwedan pere û malin.

Ardashir dibêje ez bi xwe festivala Stockholm Pride ne wekî karekî nimûneyî dibînim bo ku mirovan bigihînin hev û alîkarîya  hemûyan bikin.
Berê Ardashir bi xwe di tirs, nikûlî û inkar kirinê de dijîya. Bo ku rastîya xwe eşkere neke di demeke dirêj de bi jinekê re zewicî bû. Lê nuha ew eşkere meyla xwe ya cinsî diyar dike. Herçend ew tuşî gef û tehdîdên kuştinê bûye jî her daxwaza wî bo wekhevîyê û mafê mirovî wenda nebûye:

-Di hemû salên ku min di vê rêxistinê de kar kirîye û pirsên girêdayî bi musilmanên homoseksuel ve, gelek rêzgirtin ji min re hatîye pêşkêş kirin. Ji ber min diyar kirîye ku karê ez dikim ji dil e û ez ji mirinê natirsim. Bawerîya min bi xwedê tê û ez bawerim ku ez parastîme. Û mebest û peyamên min dixwest bigihînim, min gihandîye û belav kirîye.

ji Radypya Swêdê