Kamara Avam qanûna ji bo zewaca hevzayendan qebûl kir

17.07.2013

Li Îngilîstanê, pêşnûme qanûna rê dide zewaca hevzayendan, ku bi mehan de li parlamntê tê nîqaş kirin, bû qanûn. Pêşnûmeqanûn destpêkê li Kamara Lordan hinekî hat guhertin û dûre li Kamara Avamê duh bi şev (Sêşem) veguherî qanûnê.

Qanûna ku ji Serokwezîrê Partiya Mûxalefetê ya li deshilatdariyê Davîd Cameron ê (Tories)'î piştgirî dît lê di nava partiyê de rê li ber nerazîbûnên mezin vekir, bi dengên erê yên hevkarên koalîsyonê Demokratên Lîberal û Partiya Karker (Labour) hat qebûlkirin.
Ji bo pêşnûmeqanûnê li Kamara Avam'ê di dengdana 21'ê Gulanê de 366 nûneran dengên "erê" û 161 nûneran jî dengên "na" bikar anîbûn. Pêşnûmeqanûn herî dawî li Kamara Lordan hat nirxandin û piştî hin guhertinên biçûk, pêşkêşî Kamara Avamê hatibû kirin.
Qanûna nû wê ji bo Îngilîstan û Gallerê derbasdar be, ji bo Skoçya û Îrlanda Bakur ti taybetmendiyeke wê ya pêkhatinê wê tinebe. Bi vê qanûnê re wê hevzayend, mîna jin û mêran, wê bi awayekî normal karibin bizewicin û ji hemû mafan sûdê werbigirin.
Qanûna zewaca hevzayendan wê îro yan sibê pêşkêşî Kralîçe Elîzabeth bê kirin û dûre bibe qanûn. Li gorî qanûn, zewaca hevzayendan wê bi sala 2014'an û pê ve destpê bike.

MÛXAFAZAKARAN BI HILBIJARINÊ GEF LI CAMERON XWARIBÛN

Li gorî lêkolîna li nava raya giştî, ji sedî 55'ê Îngilîzan zewaca hevzayendan erê dikin. Vê qanûnê rê li ber nerazîbûna mûxafazakaran vekiribû. Rêxistinbûyineke bi navê "Koalîsyona Zewacê" ya li dijî zewaca hevzayendan e û xwedî 700 hezar endaman e, beriya niha daxuyaniyek dabû û lîderê Partiya Mûxafazakar û Serokwezîr David Cameron hişyar kiribû. Koalîsyonê gef li Cameron xwaribû ku eger qanûnê erê bike, ewê wî di hilbijartinên 2014'an ên Parlamenta Ewropayê û hilbijartinên giştî yên 2015'an de ceza bikin.
Qanûna zewaca hevzayendan, herî dawî li Fransayê ji aliyê Hikûmeta Partiya Sosyalîst ve hatibû destekkirin û bi awayekî fermî ketibû meriyetê. Li Fransayê bi sedhezaran dijberên zewaca hevzayendan bi mehan çalakî lidar xistibûn.

ji ANF