LGBTÎ'yên li Mêrsînê piştgirî didin Demîrtaş

Kesên LGBTÎ yên li Mêrsînê dijîn diyar kir ku boneya li dijî cudakariya zayendî derdikeve, di hilbijartinên serokomariyê de dengên xwe bidin Namzetê Gelan Selahattîn Demîrtaş. 

Xebatên hilbijartinên serokkomariyê li Tirkiye û derveyî welat bi hemû lez û beziya xwe didome. Di vê navberê de derdorên cuda piştgiriyê didin Namzetê Gelan Selahattîn Demîrtaş. Kesên LGBTÎ yên li Mêrsînê dijîn jî daxuyandin ku bi boneya li hemberî cudakariya zayendî têdikoşe wê dengên xwe bidin Demîrtaş. LGBTÎ'yan destnîşan kir ku di nava hersê namzetên heyî de herî zêde Demîrtaş, xitabê wan dike û nêzîkatiya li hemberî kesên LGBTÎ'yan ya 12 salan ew baş dizanin da ku Erdogan çewa difikire. Der barê Ekmelettîn Îhsanoglu de jî aktivîstên LGBTÎ'yî destnîşan kirin ku ji ber ku nêrîna Îhsanoglu ya heyî ew qet piştgirî nadin wî. 

Aktivîsta LGBTÎ'yî Tuna Şahîn got ku wan hersê namzet ji nêzve şopandine û derketiye holê ku yê herî nêzî LGBTÎ'yan Demîrtaş e. Şahîn, anî ziman ku ev 20 sale ji bo xala makeqanûnê ya têkildarî cudakariya zayendî biguhere ew têkoşîn didin û got ku tenê Demîrtaş dikare vê xalê biguhere. Şahîn, derbirî ku Demîrtaş namzetê gelan e û ji nav hersê namzetan yê herî baş derdorên rastî cudakariyê ten temsîl bike jî Demîrtaş e. 

Şahîn, di berdevamê de, Erdogan şiband Kenan Evren û wiha got: "Ev hemû namzetên pergala ku riziyaye ne. Em namzetê gel yê rasteqîn dixwazin. Em di wê baweriyê de ne ku paradîgmaya HDP'ê ya azadîparêz wê hemû pirsgirêkên me çareser bike." Şahîn, dawiyê daxwaz kir ku komîsyona tekoşîna li hemberî cudakariyê bê avakirin û bang kir ku her kesê dibeje ez xwedî wijdanim piştgirî bide Demîrtaş. 

Endama Heftreng a Mêrsînê ya LGBTÎ'yê Berfîn Kiliç jî got ku ne tenê ji ber ku ew kurd e, bi boneya Demîrtaş, xwedî li mafên kesên LGBTÎ derdikeve wê piştgirî bide wî. Kiliç bilêv kir ku ew baş dizanin dema ku Demîrtaş hate hilbijartin ji bo mafên wan di maqekanûnê de bê naskirin wê bixebite û da zanîn ku ji bo vê dê bi hêzên azadîparêz re bixebitin. Kiliç destnîşan kir ku civak wan wekî nexweş pênase dike lê da zanîn ku Rêxistina Tenduristiya Cîhanê diyar kiriye ku hevjîni ne nexweşiyeke û vê yekê di lîteratura tibê de jî cihê xwe girtiye. 

ji BestaNûçe