Kempeynên Hilbijartinên Tirkiyê Berdewam Dikin

Çend roj mane ji hilbijartinan re, lê kempeynên partiyên siyasî li Tirkiyê her berdewam in.
Roja şemiyê Partiya Doza Azad (Hudapar), roja Duşemê jî Partiya Dad û Pêşevbrinê (AKP) li Amedê, li Qada îstasyonê mitîngên hilbijartinê lidarxistin. Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) jî, di 5'ê Hezîranê de li heman qadê wê mitinga xwe lidar bixe.

Hêjayî gotinê yê, 29'ê mehê li gundekî navçeya Hezexê (İdil) ya Şirnexê di navbera alîgirên Hudapar û HDPiyan de pevçûn rû da ji sedema kempeynên hilbijartinê û du mirovên Hudaparê hatin kuştin, du mirovên HDPê jî birîndar bûn.

Serokê Giştî yê Hudaparê Huseyin Yilmaz û namzedê Amedê Zekeriya Yapicioglu di gotarên xwe de li ser vê bûyerê û pevçûnên navbera aligirên wan de sekinîn. Herduyan jî gotin ku HDP zextê li ser alîgirên wan dike.

Di van herdu mîtîngên dawî yên li Amedê de, peyam zêdetir li ser îslamiyetê bûn. Hem AKP hem jî Hudapar, li Amedê, HDP bi tundî rexne kirin jiber namzedên endamên  homoseksuel (LGBT).

Rêvebir û namzedên Hudaparê gotin, HDP dixwaze Kurdan ji urf û adetan dûr bixe û bêexlaqiyê di nav Kurdan de bicî bîne.

Serokwezîr Davutoglu jî got HDP Kurdan ji îslamê dûr dixe.

Herwiha Serokwezîr got, HDP jibo di bin benda hilbijartinê de nemîne, dixwaze tirsê têxe nav dilê gel. “HDP xelkê ditirsîne ku bendê derbas neke wê bûyerên ji yê Kobaniyê xerabtir rû bidin. Em bi ti awayî rê nadin ku careke din bûyerên wek yên wê demê biqewimin. Çi lazim be emê bikin. Herwiha xwediyê pêvajoyê AKP ye. Jibo dewamiyê jî divê di hilbijartinê de dengên zêde bigire."

Hêjayî gotinê ye ku li herêmê gelek mirovên dengên xwe didin AKPê, naxwazin ku HDP di bin benda hilbijartinê ya 10 ji sedî de bimîne. Li ofîsa hilbijartina AKPê, me ji mirovên ku dengên xwe didin AKPê pirsî bê ka ew li ser AKP û HDPê çi difikirin.

ji DengêAmerîka