Stargehên penaxwazan sertîfîkaya HBTQ’yê distînin


27.06.2015

Li Swêdê daîreyên dewletî girîngiya li ser mijara HBTQ’yê zêde dikin û vêga 4 stargehên penaxwazan jî sertîfîkaya HBTQ’yê standine. Stargeha penaxwazan Westsura Herrgård a li Surahammarê yek ji van stargehên ku nû sertîfîkaya HBTQ’yê standiye.

Jeanette Peretic midûra vê stargehê ye. Ew dibêje ji bo ku em karibin mirovan bi awayekî baş û xweş pêşwazî bikin û pêdiviyên wan fêm bikin divê kompetensa me ya taybet hebe.

Ew diyar dike ku li gorî wan divê herkes xwe dilrehet his bike û zanibe ku em bi dilxweşî wan pêşwazî dikin. Ev yek bi taybetî ji bo kesên ku ji ber nasnameya xwe ya cinsî serî li penaxwaziyê didin gelekî girîng e.
Çar herfên HBTQ kurtkirina gotinên homoseksuel, biseksuel, transeksuel û queer in û ji bo van nasnameyên cinsî têne bi kar anîn. Jeanette Peretic dibêje dema ew bi kesên HBTQ’yê re rû bi rû hatine wan fêm kiriye ku ew ji ber nasnameya xwe ya cinsî pirê caran du caran zêdetir tûşî zordarî û zehmetiyan tên. Loma personelê stargeha penaxwazan a Westsurayê ya li Surahammarê dest bi nîqaşkirina kêşeyê kirine.

Peretic dibêje wê demê me fêm kir ku em li dijî pêşhikmiyan tê dikoşin û me xwest em zanyariyên xwe yên li ser vê mijarê bi pêş ve bixin.

Di dawiyê de wan li rexistina mafê homoseksuel, biseksuel, transeksuel û queeran ya bi navê RFSL’ê dest bi perwerdehiyeke 6 mehî kirine. Bi stargeha wan re 3 stargehên din ên ji herêma Skåneyê jî beşdarî vê perwerdehiyê bûne. Ev her çar stargeh bi hev re ji aliyê şirketa lênêrînê Attendo ve têne bi rê ve birin.
Dawiya heyva gulanê dema perwerdehiya HBTQ’yê qediyaye stargehê ala keskesorê li ber avahiya xwe bilind kiriye. Û bi vê re pêşwazîkirina penaxwazên nû jî bi awayekî pozîtîv hatiye guhertin.

Jeannette Peretic behsa guhertinên di pêşwazîkirinê de dike. Ew dibeje ji dêlva em pirsa jin an mêrê penxwaz bikin em gotina partner bi kar tînin. Li şûna em ji serî ve biryarê bidin û bêjin jin jin e û mêr mêr e, em ji penaxwaz bi xwe dipirsin ka em ê kîjan cînavkê jê re bi kar bîn, wî yan wê.

Ji bo ku mirov karibe vê sertîfîkayê ji RFSL bistîne divê jîngeha fizîkî jî were eyar kirin.

Peretic dibêje me tiwaletên xwe yên ku li gora zayendê bûn guhertine û ji vî alî ve neutral kirine. Me demên vekirîbûnê yên saûna û gymê wisa eyar kirine da ku hemû grûpên li stargehê karibin van tesîsan bi kar bînin. Me huner û rengên bi dîwarên xwe ve kontrol kirine. Wan herwiha lîsteya rûtînên xwe û prensîpên şirketê guhertine da ku hertişt li gorî kesên HBTQ werine eyar kirin.

Jeanette diyar dike ku jixwebaweriya personel a li ser pirsa HBTQ’yê zêde bûye û heta pê tesîrek di nav hin penaxwazan de tê dîtin û ew hêdî hêdî diwêrin behsa nasnameya xwe ya cinsî bikin.

Lê ew dibêje dîsa jî hê karê wan bi dawî nebûye. Herçiqasî ku ala keskesorê li ber avahiya wan hatibe bilind kirin jî gelek ji penaxwazan nizanin ka ev tê çi maneyê û fikrên wan ên li ser mijarê ji hev cuda ne.
Jeanette Peretic dibêje di nava salekê de rewşa me yê bi temamî were guhertin. Heta hingî ji bo agahdarkirina penaxwazan a li ser mijarê em ê rêbazeke baştir bi dest bixin.

Ew diyar dike ku bicihanîna qaîdeyan  pirsa sereke ye. Divê em zanibin ka em ê çawa hemû penaxwazên li stargehê li ser mijara HBTQ’yê agahdar bikin. Da ku ew zanibin ku ev ne neqenciyek e ne jî tiştekî têger e. Da ku zanibin ku ev tiştekî xwezayî ye û li Swêdê mirovên HBTQ’yê bi qanûnan têne parastin.
Ji xeynî stargehên penaxwazan li seranserê Swêdê gelek daîre û şirketên din ên weke cihên dema vala, şêwirdariyên malbatan, navendên xizmeta tenduristiyê û miayenexaneyên ciwanan jî sertîfîkaya HBTQ’yê standine.
Jeanette Peretic dibêje ev tiştekî gelekî girîng e û ew hêvî dike ku şirket û daîreyên din jî dê çav li wan bikin û bi vî awayî ev çalakî dê berfirehtir bibe.

ji Radyoya Swêdê