Daxuyaniya çapemeniyê ya Hefteya Rûmetê bi hinceta ‘Teror û Hesasiyet’ê hat astengkirin

Walîtiya Stenbolê destnîşan kir ku dawiya 14.Hefteya Rûmeta LGBTI+ya Stenbolê de wê destûr nede daxuyaniya ji çapemeniyê re were dayîn.
Walîtiyê beriya niha 7. Meşa Rûmeta Transan (19ê Hezîranê) û 14. Meşa Hefteya Rûmeta LGBTI+ya Stenbolê (26ê Hezîranê) qedexe kiribû. Li ser wê biryara walîtiyê Komîteya Hefteya Rûmeta LGBTI+ Stenbolê daxwaz ji walîtiyê kiribû ku di cihê meşê de li Meydana Tunelê civîna çapemeniyê li dar bixin.

Walîtiyê ji bo wê serlêdanê bersiv da û got:

‘Tê zanîn ku li welatê me û bi giştiya herêmê êrişên terorî pêk tên û di nav civakê de jî hesasiyeteke mezin heye. Ji ber vê dibe ku çalakî û bûyerê provakatîf pêk were. Pêkhatina wê yekê ji bo rewşa ewle ya kesên beşdarî çalakiyê dibin jî xera dike û dê bibe sedema xerabkirina hizûr û pergela civakî. Ji bo vê sedemê di çarçoveya qanûna 5442. de serlêdana kirî hatiye redkirin.’
Komîteya Hefteya Rûmetê li dijî biryara qedexekirina meşê ya walîtiyê serîl li Dadgeha Îdareyê dabû ku biryar were rakirin. Komîte niha jî ji bo rakirina qedexeya bo daxuyaniya çapemeniyê dê dîsa serî li dadgehê bide.

Çi bûbû?

Meşa Hefteya Rûmeta LGBTI+ya Stenbolê 13 sal in tê lidarxistin. Polêsan cara yekem di sala 2015an de hewl dan ku meşê asteng bikin.
Piştî Komkujiya Orlandoyê ku 49 kesên hevzayend hatin kuştin, komên wekê Musluman Anadolu Gençligi û Alperen Ocakları li dijî meşên ku dê îsal pêk bihata re peyamên tehdîtê şandibûn û banga êrişê kiribû.  Rêxistinên LGBTIyî jî derbarê wê yekê de gilîname dabûn dozgeriyê.
Walîtiya Stenbolê di daxuyaniya xwe ya 18ê Hezîranê de destnîşan kiribû ku 7. Meşa Rûmeta Transan û 14.Hefteya Rûmeta LGBTI+ya Stenbolê hatine qedexekirin.
Komîteya Hefteya Rûmeta Transan gotin ku mafê xwepêşandan û lidarxistina meşê di makeqanûnê de jî cih girtiye û wê biryara qedexeyê qebûl nekirin. Di 19ê Hezîranê de aktîvîstên ku ji bo lidarxistina meşê hatin cem hev rastî êrişa polêsan hatin û 11 kesên ji wan jî hatin binçavkirin.
(ÇT/YO)

ji Bianet